Çalakvana Kurd a navdar li Almanyayê koça dawî kir...

Çalakvana Kurd a navdar li Almanyayê koça dawî kir...

Çalakvana Kurd a navdar Xezal Sîdo li Almanyayê koça dawî kir

A+A-

Rûdaw

Çalakvana Kurd a navdar a ji Efrînê, Xezal Sîdo ku çalakvaneka navdar a bajarê Bonn li Almanyayê bû û piranîya kurdan li ser medyaya civakî wê weke dayîka Kurdan bi nav dikirin, koça dawî kir.

 

Xezal Sîdo kî ye?

Xezal Sîdo di 02-02—1944an li gundê Basotê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û ji malbateke navdar a wê herêmê ji dayik bûye.

 

Di temenê xwe yê zarokîtîyê de, li Efrîn, Şam û Laziqîyê jîyaye û her ji temenê xwe yê gencîtîyê de, ji bo mafên Kurdan û bi taybetî jî mafên jinan xebat û çalakî kirîye.

 

Di sala 1967an de çûye Almanyayê û li wî welatî di warê hemşîretîyê (perestarî) de xwendina xwe qedandîye. Sala 1972an li gel Dr. Salih Sîdo zewicî ye û 3 kurên wan hene.

 

Di sala 1968an de dibe Endama Rêxistina xwendekarên Kurd li Ewropayê (KSSE) û wê demê yekane endama jin di wê rêxistinê de bûye. Di sala 1971an de bûye Endama Rêxistina Gelên Jêr Xeterê.

 

Sala 1990, bi alîkarîya wê çalakvana Kurd a Efrînî, Herêma Nordrhine Vestefallen (NRW) a Almanyayê, 300 hezar mark weke alîkarî bo avedankirina gundên Başûrê Kurdistanê sand û li 3 gundan nêzîkî 100 xanî ji welatîyên Kurd re ava kir.

 

Xezal Sîdo, herwiha Endama Navenda Kurdî ya li bajarê Bonnê bû. Xezal Sîdo bê cudayî, alîkarîya hemû kurdan dikir û di nav Kurdên Almanyayê û hemû Ewropayê de kesekî gelek xweştivî bû, lewma piranîya Kurdan di medyaya civakî de wê jina Kurd, weke dayika Kurdan bi nav dikin.

 

Xezal, demeke dirêj bû ku bi nexweşîyeke giran ketibû û roja 27ê Îlona 2019an koça dawî kirîye.

 

Birayî Xezalê, Yûsif Elo dibêje, cenazeyê Xezalê dê roja Şemî 5ê Cotmehê (05-10-2019) di merasimeke hêja de bi dema Ewropayê bi axê bê spartin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin