Buroya Wanê: Xwepêşander hatine êşkence kirin

Buroya Wanê: Xwepêşander hatine êşkence kirin

.

A+A-

Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Yasanasên Azadîxwaz rapora xwe ya li ser xwepêşandan û pevçûnên vê mehê yên li Wanê weşand.

Li gorî wê raporê, di heyama du rojên xwepêşandanan de 264 hemwelatî rastî lêdan û desteserkirinê hatine û 27 kes ji wan girtiyan jî bêyî hincetek yasayî hatine giritin.

Di berdewamiya wê raporê de hatiye diyarkirin hêzên ewlehiyê li 134 girtiyan îşkence û muameleya xerab kirine.

Rêxistinan di raporta xwe de destnîşan kirine, Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwepêşanderan guleyên plastîk, gaza rondikrêj û hêza zêde bikar anîne.

Piştî ku Komisyona Bilind ya Tirkiye YSKê li ser daxwaza Wezareta Dadê biryara nedayîna mazbataya berbijêrê serkeftî yê Şarederiya Bajarê Mezin ya Wanê yê Partiya DEMê Abdullah Zeydan da, pêleke nerazîbûnê li bajêr belav bû û piştî du rojan Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ev biryar betal kir û mazbataya Zeydan vegerand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin