BRÎTANYA - Peyama Mezlûm Ebdî çû ji Keir Starmer re

BRÎTANYA - Peyama Mezlûm Ebdî çû ji Keir Starmer re

.

A+A-

Heyeteke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku beşdarî kongreya salane ya Partiya Karkeran a Brîtanyayê bû, bi hejmarek berpirsên payebilind ên partiyê re civiya.

 Heyeta MSDyê ya ku Hevserokê Têkiliyên bi Gel re Hesen Mihemed Elî serokatiya wê dikir 29ê Îlonê, li bajarê Liverpoolê beşdarî kongreya salane ya Partiya Karkeran a Brîtanyayê bû û li kêleka kongreyê gelek hevdîtinên girîng pêk anîn.

Li gorî nûçeya North Pressê, heyeta MSDyê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Wezîrê Parastinê John Healey re civiyaye.

Hat zanîn ku berpirsên MSDyê di civînan de peyameke Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî gihand berpirsên Brîtanyayê û xwest ku Brîtanya roleke pêşeng di avakirina Sûriyeyeke nû de bilîze.

Peyama Mezlûm Ebdî ji bo Starmer

Hesen Mihemed Elî di hevdîtina bi Keir Starmer re peyameke Mezlûm Ebdî pêşkêş kir.

Di peyamê de daxwaz ji hikûmeta Brîtanyayê hat kirin ku "roleke pêşeng di jinûveavakirin û avakirina Sûriyeyê de bilîze, piştgiriyê bide hewlên ji bo pêkanîna aştiya navxweyî û teşwîqê bide çareseriyên siyasî yên li ser bingeha berfirehî û dadperweriyê."

Hat eşkerekirin ku Serokwezîrê Brîtanyayê hêviyên xwe yên ji bo aştiyê ji bo gelê Sûriyeyê anî zimên û teqezî li ser şopandina pêbendiyên welatê xwe di vê çarçoveyê de kir.

Dilgiraniyên derbarê peymana bi Şamê re

Heyet her wiha bi Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey re jî civiya û pêşhatên siyasî û leşkerî hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de bi taybetî dilgiraniyên li ser Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de hatibû îmzekirin hatin parvekirin.

"Siyaseta navendî bû sedema karesatan"

Hesen Mihemed Elî di civînê de axivî û tekez kir ku siyasetên navendî yên mutleq ên ku ji aliyê hikûmetên berê ve hatine meşandin, bûne sedema karesatên mezin ku di komkujî û binpêkirinên mafên pêkhateyan de, di nav de civakên Xiristiyan, heta teqandina dêra St. Elias li Şamê xwe nîşan dan.

Hesen Mihemed Elî tekez kir ku siyaseta navendîparêz a tund a hikûmetên berê bûye sedema karesatên mezin.

Wî got ku ev yek di komkujî û binpêkirina mafên pêkhateyan de xwe nîşan daye.

Li gorî gotina Hesen Mihemed Elî binpêkirinên li hemberî Xiristiyanan û teqandina Dêra St. Elias a li Şamê ji ber siyaseta navendîparêz a Şamê bûye.

Elî amaje bi wê yekê jî kir ku peymana dawî ya di adarê de hatibû îmzekirin destpêka projeyeke niştimanî ya nû ye ku li ser bingeha nenavendîbûn û avakirina dewleteke demokratîk a bi parlamentoyeke du-meclisî ye.

Serkirdeyê MSDyê got, "Li pêşiya me du rê hene, kaos an jî Sûriyeyeke nû ya demokratîk, tevgir, nenavendî û tevlîkar.

Em rêya Sûriyeya nû hildibijêrin û em di wê baweriyê de ne ku Brîtanya jî di vê paşerojê de dikare bibe hevkarekî diyarker."

Di civînê de Parlamenterê Partiya Karker Bambos Charalambous jî anî zimên ku divê ji bo avakirina Sûriyeyeke dûrî terorê piştgiriya li HSDyê berdewam bike.

Nûnerê Sendîkaya UNITE Simon Dubbins jî Rêveberiya Xweser wekî "modeleke demokratîk” bi nav kir û fedakariya Rojavayê Kurdistanê ya di têkoşîna li dijî terorê de bi bîr anî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin