Bolton li ser mijara Sûrî û Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiye û Îsraîlê dike

Bolton li ser mijara Sûrî û Rojavayê Kurdistanê serdana Tirkiye û Îsraîlê dike

Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Koşka Spî John Bolton piştî biryara vekişîna ji Sûriyê ya Amerîkayê, serdana Tirkiye û Îsraîlê dike.

A+A-

Hat diyarkirin ku dê Bolton rewşa Kurdan - Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û kordînasyona bi Tirkiyê re gotûbêj bike.

John Bolton li ser hesabê xwe yê twitterê ev daxuyanî da:

“Li ser mijarên; vekişîna Amerîkayê, ji nû ve derneketina holê ya DAIŞê, parastina şirîkên me yên ligel me şer kirin (Kurd-Rojava) û têkoşîna dijî çalakiyên xerab ên Îranê li herêmê, ji bo xebat û gotûbêjkirina ligel hevpeymanên me li ser van mijaran em diçin Tirkiye û Îsraîlê.”

Bolton di daxuyaniya duyem de jî da zanîn ku dê Nûnerê Amerîka yê Sûriyê James Jeffrey û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Joseph Dunford jî ligel wî di hevdîtinan de cî bigirin.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin