Bexdadî kesekî Tirkmen di cîhê xwe de dîyar kirîye!

Bexdadî kesekî Tirkmen di cîhê xwe de dîyar kirîye!

Kesekî tirkmen ê Iraqê di cîhê xelîfeyê rêxistina terorîst a DAIŞê de wê kar bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kesekî tirkmen ê Iraqê di cîhê xelîfeyê rêxistina terorîst a DAIŞê de wê kar bike.

Duh 27.10.2019ê bi operasyoneke taybet ve tîmeke yekîneyên leşkerî yê taybet ê Amerîkayê bi navê Delta Fors, xelîfeyê DAIŞê Ebubekir Bexdadî li bajarê Idlib a li bakurê rojavayê Sûrîyê kuştin.

Li gor raporteke rojnameya Şerqulewset Ebubekir Bexdadî berî ku bê kuştin, Ebdula Kardaş bo ku cîhê wî de bibe xelîfeyê DAIŞê helbijartibû û destnîşan kiribû.

Ebdula Kardaş tirkmenekî bajarokê Telafer a parêzgeha Nînowa ye. Kesekî pir tund e û li girtîxaneya Buka ya li Besrayê Ebubekir Bexdadî nas kirîye.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin