Beşar Ceferî: Tirkiye ji kîmyabarankirina Helebê berpirs e

Beşar Ceferî: Tirkiye ji kîmyabarankirina Helebê berpirs e

Serokê Şanda Sûriyê ji bo Astana 11, Beşar Ceiferî ragihand, Tirkiyê rêkeftina Astana 4 û Sotçî bin pê dike û alîkariya grûpên çekdarên Îdlibê dike û dibêje ew Tirkiyê weke gomanbara sereke ya êrîşa vê dawiyê ya kîmiyayî ya Helebê ye.

A+A-

Beşar Ceiferî wiha got: “Ez li ser wê yekê jî axvîm ku Tirkyê rêzê li erkên xwe nagire li gorî rêkeftina Astana 4 û li gorî rêkeftina Soçî min gelek mînak anîn ku rêzê li erkên xwe nagire. Herwiha min zelal kir ku êrîş yan jî dijminkariya vê dawiyê ya kîmyayî ya li ser Helebê metrisîdar e, divê em hemû li ser rawest in, ji ber ku nabe ew gropên terorîst çekên kîmyayî bikar bînin û bê ku glopeke kesk ji aliyê ku wan diparêzî ve hebe.”

 

Ceiferî ev pirs jî kir ku çawa dibe çêkên kîmyayî dikeve di destê çekdarên li Îdlibê ne de û wiha pê de çû: “Kê rê dayê çekên kîmayayî li Helebê li dijî xelkê sivîl bê bikaranîn? Ev du pirs in û ji her kesî tê kirin ku dibêje ew ji bo serxistna proseya aştiyê dike li Sûriyê. Em dizanin kê çekên kîmyayî dane terorîstan û em dizanin jî kê ferman li wan kiriye ku çekên kîmyayî bikar bînin. Me gotiye û em dibêjin û emê bêjin jî û her kes jî dizane em behsa kê dikin. Tirkiye yekem gomanbarên vê mijarê ne. Hikûmeta Tirkiyê gumanbara yekem e bo bidestxistin û bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê grûpên terorîst li dilbê.”

 

Rewşa li Îdlib û Helebê Ceiferî bi metirsîdar pênase kir û got: “Derfetek demkî li pêşiya desthilatdariya Tirkiyê heye ku rêkeftina Soçiyê cîbicih bikin û terorîstan bi kurahiya 20 kilometreyan ji Îdlibê dûr bixin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin