Beriya Lûtkeya Soçiyê Erdogan-Pûtîn civiyan

Beriya Lûtkeya Soçiyê Erdogan-Pûtîn civiyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn beriya, Lûtkeya Sêalî ya bi mijara Sûriyê civiyan. Erdogan got: “Heta ku PYD û YPG ji Minbicê ji rojhilatê Feratê neyên paqijkirin li Sûriyê yekîtiya axê nayê pêkanîn.”

A+A-

Beriya Civîna Sêalî ya li ser Sûriyê ku di navbera Tirkiye-Rûsya-Îranê de tê kirin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn civiyan.

 

Erdogan anî ziman ku ew kşfxweş in ku Rûsya jî avakirina herêmeke ewle li Sûriyê bi erênî pêşwazî dike.

 

Erdogan wiha got: "Gelekî girîng e hevkariya li Îdlibê ji bo bikaranîna qada asmanî hat nîşandan, li herêma Efrîn û Herekata Mertala Firatê jî bê nîşandan. Heta ku PYD û YPG ji Minbicê ji rojhilatê Feratê neyên paqijkirin li Sûriyê yekîtiya axê nayê pêkanîn."

 

Pûtîn jî got: "Ez bawer im ku em dê bi Tirkiyê re li Sûriyê ji bo diyaloga nav aliyan de lezdaniyeke nû bînin. Em dikarin ku bi xebatên çalak, berfireh û lihevkirinê xwe bigihînin armancên li Sûriyê."

 

Serokê Rûsyayê herwiha got: "Bi saya xebatên ku bi Tirkiyeyê re tên kirin me li Sûriyeyê pêşketinên girîng bi dest xistin."

 

Erdogan û Ruhanî hatin ba hev

 

Beriya Civîna Sêalî ya li ser Sûriyê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî civiyan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin