Berhem Salih, digel Erdoganî civiya

Berhem Salih, digel Erdoganî civiya

Îro li Enqerê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganî pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir. Piştî civînê, herdu Serokomar civîneke çapemeniyê li dar xist.

A+A-

Di civîna çapemeniyê de Serokomarê Tirkiyê Erdoganî got liserpiyamana Iraqê bo ewlehiya herêmê girînge û Iraq ji têkoşîna li dijî DAIŞê bi serkeftî drrketiye û wisa pê de çû:

"Em amade ne di her qadê de piştgiriyê bidine Iraqê. Me soz dabû bo jinûveavakirina Iraqê em ê 5 milyon dolarî jê re terxan bikin ku li serê dixebitin."

Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî di axaftina xwe de got em bi vê peyamê hatin ku digel Tirkiye ku birayê me ye di her qadê de hevkarî, hevaltî û biratiya xwe bidomînin. Tirkiye û Iraq herdu welatên bira ne û dema jinûveavakirina herêma me hatiye û hewcedariya me heye alikariyên ji derve heye. Iraq û Tirkiyê digel rewşên xwe yên stratejîk dikarin gelek tiştan bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin