Bereya Yekgirtî ya Kurdî xelkê Rojhilatê hişyar kir

Bereya Yekgirtî ya Kurdî xelkê Rojhilatê hişyar kir

Bereya Yekgirtî ya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ragihand, ku pîlanên gelekî metirsîdar, ji bo sepandina tevliheviyê û şer û wêraniyê û kêmkirina dengê xelkê tên kirin û hin alî dixwazin piraniya ziyanan bigihinin gelê kurd.

A+A-

Encûmena Navendî ya Bereya Yekgirtî a Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniyekê de eşkere kir, ku di heyama du mehên derbasbûyî de, di bin fişara dezgehên emnî de, wan çar caran cihê civînên xwe guherandine heya ku karîn di dawiyê de bicivin.

Di daxuyaniyê de, Bereya Yekgirtî a Kurdî hişyarî daye xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ku hin kes dixwazin di dema çêbûna her guhertinekê de, piraniya tevahiya ziyanan, di stuyê gelê kurd û Kurdistanê de be.

Bereya Yekgirtî a Kurdî tekez kir, ku pêwîst e xelk bi hişyarî û hevgirtin rastî rewşê bên, daku ew guhertinên dahatî derfet bin neku gef bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin