Berbijêrê PDKê jî xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand

Berbijêrê PDKê jî xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku berbijerê wan Fuad Husên xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand.

A+A-

Firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê derbarê posta serokomarê Iraqê de,  di parlemantoya Iraqê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku berbijerê wan Fuad Husên xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand.

 

Di daxuyaniya PDKê de hat gotin ku di demekê ku baweriya wan bi mîkanîzma demokrat û serweriya destûrî heye, lê ewê niha li parlemantoya Iraqê ya derbarê hilbijartinên serokomariyê de bûne bi ti awayî qebûl nakin û dûrî rêkeftinên di navbera fraksiyonên Kurdistanî de ne.

 

PDKê tekez kir ku rêkeftin li ser wê yekê hatibû kirin ku tevahiya aliyên Kurdistanê li ser yek berbijêrî li hev bikin, yan jî berbijêrê posta serokomariya Iraqê bi dengdana fraksoyên Kurdistanî bihata yekalîkirin.

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de ew tişta vê êvarî li parlamentoya Iraqê rûdaye ji aliyê wan ve ti caran nayê qebûlkirin û berpirsatiya wî karî di stûyê wan aliyên rêkeftin binpê kiriyê de ye.

 

Îro hilbijartina posta serokmariyê Iraqê birêve çû û di xula yekem a dengdana hilbijartina nehênî ya bo serokomarê Iraqê de berbijêrê YNKê Berhem Salih 165 deng û berbijêrê PDKê Fuad Husên 89 deng bidest xistin. Bi vî awayî hilbijartina serokomar derbasî xula duyem dibû, lê Fuad Husên xwe ji berbijêriya serokomariyê vekişand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin