Belgeyên nû yên jenosayda Êzidîyan ketin destê Netewên Yekgirtî

Belgeyên nû yên jenosayda Êzidîyan ketin destê Netewên Yekgirtî

Belgeyên nû di derbarê encamdana jenosayda Êzidîyan ji alîyê çekdarên DAIŞê ve, dikevin destê Netewên Yekgirtî.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ajansa “associated press” belav kir, tîmeke lêkolînê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, di dema bûrî de bi şopandina zêdetir ji 2 milyon pêwendîyên telefonî û girtevdyonên ku çekdarên DAIŞê bi girtine, karî belgeyên nû yên yekalîker di derbarê tawanên DAIŞê yên li dijî mirovahîyê li Iraqê bidest bixe.

Amaje bi wê da, komîta lêkolînê ya navdewletî lêkolînên xwe bileztir kirine, ji bo lêgerîna li belgeyên nû yên tawanên DAIŞê li Iraqê, ta wan pêşkêşî dadgehê bike.

Di wê derbarê de, Serokê Tîma Lêkolîneran Kerîm Esed Ehmedxan da zanîn, ew bi hevkarîya bi desthilatên Iraqî re karîn datayên cuda yên pêwendîyên telefonî yên çekdarên DAIŞê û nasnameyên wan bidest bixin.

Ev yek di demekê de ye, Rêkxerê raspardeyên navdewletî li Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihandibû, ku tîmeke dadwerî ya Iraqî û navdewletî bo serperiştîya lêkolîn û dadgehkirina çekdarên DAIŞê bikin, di navîna sala 2021an de tê Herêma Kurdistanê.

Roja 3ê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê yên terorist êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin