
BAYKARA LI SULTANBEYLÎYÊ DEST BI XEBATÊN HILBIJARTINÊ KIR
Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Stenbolê Mehmet Celal Baykara, îro bi vekirina stanta hilbijartinê ya li Sultanbeylî xebatên hilbijartinê dan destpêkirin.
A+A-
Standa hilbijartinê ya ku li Sultanbeylîyî hat vekirin laqay başdarîyeke berbiçav hat. Li tax û bazaran belavokên danasîna M. Celal Baykarayî hat belavkirin û bi taybetî welatîyên kurd gotin ku ew ê piştgirîyê bidin Namzetê Serbixwe Mehmet Celal Baykarayî.
A balkêş ev bû ku welatîyekî got beyî ku em binêrin ev namzet kî ye divê her kurdekî dengê xwe bide Baykarayî û wisa pê de çû: "Rêya herî baş bo dersdayîna partîyên dinan ev e ku em dengê xwe bidin namzetekî serbixwe."
Komîsyona hilbijartinê ya Parêzer Celal Baykara ku li gelek herêmên Stenbolê dê standan vekin sibê dê li Bagcilarê bibin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin