BATMAN/ PAKê Yılmaz Guney û Şêx Mehmûd Berzincî bibîr anîn

BATMAN/ PAKê Yılmaz Guney û Şêx Mehmûd Berzincî bibîr anîn

Şaxa Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê, bi hilkefta salvegera du kesayetên navdar, Yımaz Güney û Şêx Mehmûd Berzincî, bîranînek li dar xist.

A+A-

Serokê Şaxa Batmanê yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Aziz Özdemîr, piştî bixêrhatin da mêvanan, qala hovîtiyên Îranê kir ku li Koyê êrîşî HDK û PSK-Î kiribû û her  wiha 3 ciwanên kurd; Ramîn Huseyn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî darve kirin. Özdemir got:

"08.09.2018 berê sibehê Îrana hov bi çavdêrî û bêdengiya cîhanê 3 Xortên me Ramîn Lokman û Zanyar sêdar kirin.

Dîsa 08.09.2018an bi moşekan û firokeyên bêfirokevan êrîş birin ser baregehên HDK û PDK-Î li navçeya Koyê (Koysancak) û di êrîşê de 16 kes şehîd û 42 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan rêvebir û Pêşmerge bûn.

Dîsa wek îro 09.09,1956 ku wekî Qiralê Kurdistanê tê naskirin, 62yemîn salvegera wefata Şêx Mahmûd Berzencî ye.

Dîsa wek îro 09.09.1984 derhenerê navdar ê sînemayê yê navdar Yılmaz Güney 34emîn salvegera wefata wî ye. Em bi teybetî li hember wan şehîd û nemiran û bi tevahî şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînin û bi rêzdarî bi bîr tînin û bi sirûda neteweyî ( Ey Reqîb) em li şehîdên xwe rêzê digirin."

Piştî rêzgirtinê ji aliyê Rêveberê PAKê Ahmet Öztekin ve daxuyanî hate xwendin.  Di daxuyaniyê de wisa hat gotin:

"Ji ber darvekirina Ramîn Huseyîn Panahî, Zanyar Mûradî, Luqman Mûradî; ji ber qetilkirina 16 pêşmergeyên HDK û PDKÎyê û birîndarkirina 42 pêşmergeyan em Dewleta Îranê rûreş dikin. Em ligel doza azadiya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê ne.

 

Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser baregehên HDK û PDKÎ yê rûreş dikin.

Dewleta Îranê ji bêdengiya cîhanê jî cesaretê digire û her roj çend gêncên kurdan darve dike. Îro jî vê siyaseta xwe ya dagirkerane bi êrîşên bombeyî berdewam dike.

Dewleta Îranê îro (08.09.2018) bi mûşek û firokeyên bêfirokevan baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin.  Li gorî agahiyên heyî heta niha 14 kes şehîd û 42 kes jî birîndar bûne.

Em sersaxiyê ji herdu partiyên me yên welatperwer, ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin û em dibêjin xwedê şîfaya xêre bide birîndaran.

Em bangî hemû partiyên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê, Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewrûpayê û raya giştî ya cîhanê dikin da ku li hember van êrîşên Dewleta Îranê bêdeng nemînin. Bila Netewên Yekbûyî û Yekitiya Ewrûpayê bi biryar û helwestên encamwergir ji Dewleta Îranê re bêje 'bes e'.

Em ji ber van êrîşên wan yên hovane Dewleta Îranê rûreş dikin. Çawa ku heta îro tu hêzê nekarîbûye bi kuştin ,qetlîam, jenosîd ,enfal û darvekirinan ve rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigire, ji îro pê ve jî dê tu hêz nikaribin rê li ber doza me ya rewa ya azadiyê bigire."

Piştî daxuyaniyê Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir di derbarê jînenîgariya Şêx Mahmud Berzincî de agahî da beşdarvanan. 

pak-2-001.pngpak-3-001.pngpak.png

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin