
BATMAN/ İHD'yê serdana Batman-PAKê kir
Îro 18ê Tîrmeha 2018an Şaxa Batmanê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) serdana Şaxa Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) kir.
A+A-
Batman/ Rûpela Nû Îro 18ê Tîrmeha 2018an Şandeyeke İHDê ku ji Serokê İHDya Batmanê Devran Yıldız û rêveberiya İHDê pêkhatî, serdana PAKa Batmanê kir.
Şandeya İHDê ji aliyê Serokê PAKa Batmanê Aziz Özdemir û endamên reveberiya PAK-Batmanê ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de mijarên giring ên rojevê hatin nirxandin.
Piştî sohbeteke germ, hêviya berdewamiya danûstandinên bênavber hate kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin