
BAŞÛR/ Desteya Serokatiya Parlamentoyê hat diyarkirin
Li Parlemantoya Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlemantoyê hat hilbijartin. Li gor encamên proseya dengdanê, postên Desteya Serokatiya Parlemantoyê bi vî awayî bû:
A+A-
Vala Ferîd ji Firaksiyona PDKê bi awayekî demkî bû Seroka Parlemantoyê, ta Firaksiyona YNKê kandîdê xwe ji bo wê postê diyar dike û egereke mezin e Bêgerd Talebanî be.
Herwiha Hêmin Hewramî ji Firaksiyona PDKê bû Cîgirê Yekem ê Seroka Parlemantoyê.
Mune Qehwecî ji pêkhateya Tirkmenan bi rêkeftina di nava aliyên Tirkmenan de bû Cîgira Duyem a Seroka Parlemantoyê û ji bo dema du salan di wê postê de berdewam dibe, piştre aliyên Tirkmenan kesekî din ji bo wê postê diyar dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin