Barzanî ji bo Kurdistanê daxwaza amadekirina destûrekî modern kir

Barzanî ji bo Kurdistanê daxwaza amadekirina destûrekî modern kir

Serok Barzanî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir, ku pa ji bo nivîsandina destûrekî modern bo Herêma Kurdistanê amadekariyan bike û wî karî bike karê xwe yên herî li pêş.

A+A-

Serok Barzanî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kir, ku pa ji bo nivîsandina destûrekî modern bo Herêma Kurdistanê amadekariyan bike û wî karî bike karê xwe yên herî li pêş.

 

Serok Mesûd Barzanî ew daxwaz îro di civîneke li gel Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, de anî ziman.

 

Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwaz Fayiq, Cîgirê Seroka Parlamentoyê, Hêmin Hewramî û Sekretera Parlamentoyê, Muna Qehweçî îro li Selahedînê serdana serok Barzanî kirin.

 

Di vê civînê de, serok Barzanî bi boneya destbikarbûna wan, pîrozbahî li desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast. Serok Barzanî herwiha tekezî li ser piştgiriya xwe ya temam bo desteya nû ya serokatiya parlamentoyê û bi taybet di çavdêrîkirina karûbarên hikûmetê de kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, serok Barzanî ragihand, ku pêwîst e parlamentoya nû kar ji bo “berdewamî û xurtkirina bingehên pêkvejiyana olî û netewî û herwiha parastina yekrêziya niştimanî” li Herêma Kurdistanê bike.

 

Barzanî herwiha ji desteya serokatiyê ya Parlamentoya Kurdistanê xwest, ku kar ji bo çaksaziyan bike û herwiha “ji bo nivîsandina destûrekî modern bo Herêma Kurdistanê, amadekariyên xwe bike û wê yekê bike karê xwe yê herî li pêş.”

 

Di berdewamiya civînê de, serok Barzanî behsa “prensîpa alîkarî û hevahengiya di navbra desthilatan de, ji bo xizmetkirina bêtir a xelkê û bihêzkirina sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê” kir.

 

Barzanî amaje bi giringiya Parlamentoya Kurdistanê da û tekezî li ser wê yekê kir, desteya serokatiya parlamentoya milkê ti partî yan aliyekî nîne û milkê gelê Kurdistanê ye.

 

Di civînê de herwiha rewşa siyasî û guhertinên herî dawî û pêşhatên li ser asta Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin