Baregehên Tevgera Azadî li Koye û Kelar hatin girtin

Baregehên Tevgera Azadî li Koye û Kelar hatin girtin

Îro hêzên asayişê, baregehên Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanî ya ser bi PKK ve li Koye û Kelar girtin.

A+A-

Berpirsê baregeha Tevgera Azadî li Koye Aso Mehmûd ragihand: Îro hêzên asayişa Koye hatin baregeha me û bi bihaneya nebûna moletê, ji me re gotin: divê hûn baregehê bigirin, ji ber ku li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her hêzek molet ji Wezareta Navxwe wernegirtibe, nikare baregehan veke û çalakiyên siyasî li Herêma Kurdistanê bike.

Got jî: ji bilî baregeha Koye, îro baregeha Tevgera Azadî li Kelar jî hat girtin û tevî ku duh moleta 24 demjimêran dabûn baregehên Silêmaniyê û tevî ku ew molet bidawî hatiye, lê hîn jî baregehên Silêmaniyê nehatine girtin.

Li aliyekî din Rêveberiya sînemaya Salim a Silêmaniyê li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, fîlma tirkî ya bi navê “14 Temûz” ku ji aliyê derhênerê kurd Haşim Aydemîr ve hatiye çêkirin û li ser rewşa girtiyên PKKê di zîndana Diyarbekirê de hatiye çêkirin, ji aliyê asayişa YNKê ve hatiye qedexekirin.

14-temmuz-film-qedexe-silêmanî.jpg

Rêveberiya sînemaya Salim daye zanîn ku asayişa Silêmaniyê ji wan re gotiye, bi ti awayî nabe ew fîlm were nîşandan, bêyî ku sebeba wê yekê were ragihandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin