
Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê hat valakirin
Ji ber sedemên ewlehiyê avahiya Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê hat valakirin û karmendên wê hatin derxistin.
A+A-
Hate gotin, agahiyek gihîştibû dezgehên ewlehiyê ku dê li dijî Balyozxaneya Îranê ya li Enqerê êrîşeke xwekujî pêk bê, balyozxaneyê hat valakirin û karmendên balyozxaneyê bo cihekî ewle hatin veguhastin.
Herwiha hat ragihandin her çar riyên ku têna ser balyozxaneyê jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin û tedabîrên ewlehiyê têne girtin.
Di medya Tirkiyê de gelek îdîa hatin gotin, ku bombeyek di balyozxaneyê de hatiye bicihkirin, yan êrîşeke xwekujî dê li dijî balyozxaneyê pêk bê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin