Balyoze Amerîkî çû serdana Tebqayê

Balyoze Amerîkî çû serdana Tebqayê

Balyozê Amerîkî William Roback serdana bajaroka Tebqa yê ser bi parezgeha Reqa ya Sûriyê kir.

A+A-

Balyozê Amerîkî William Roback ligel Serokê Rêveberiya Encumena Tebqayê Hemîd el-Farac, Serokê Komîteya Îcraya Îdarî Hind el-Elî û endamên meclîsê derdora 4 demjîmeran civiya.

 

Li gor nûçeya Şakul Avastê William Roback di civînê de destnîşan kiriye ku Serokê Amarîkayê Donald Trump dosyaya Sûriyê radestî wî kiriye û wî bi wê mebestê serdana herêmnên rojhilatê Çemê Firatê kiriye ku bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatine rizgarkirin.

 

Roback da zanîn ku ew dê di çarçoveya serdana xwe de derbarê pêwîstiyên herêmê de agahiya hilde û ji bo başkirina xizmetguzariyan bixebite û ji xelkê deverê bibe alîkar.

 

Balyozê Amerîkî ku berî niha li Tûnis, Libya, Iraq û Xezzayê karên diplomatîk kiriye û herwiha li Bahreyn bûye balyoz, di civîna li Tebqayê de anî ziman ku welatî ji bûyerên li bakurê Sûriyê rû dide û çalakiyên çekdarên rêxistina DAIŞê bifikar e.

 

Roback herwiha ji rayedarên herêmî re gotiye ku Trump biryar daye hêzên Ameîkî dê li herêmê bimîne û ew niha ji Tebqa û herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne dernakeve.

 

Tebqa piştî avakirina Bendava Feratê hatiye damezrandin. 55 kîlometreyan rojavayê bajarê Reqayê ye û 150 kîlometre ji Helebê dûr e.



Bajarokê Tebqa li ser Bendava Firatê ye ku cihekî pir stratejîk e, ku ji wê bendavê ve elektrîk bo gelek bajarên Sûriyê û bajarê Reqayê tê şandin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin