Aynur Dogan: Ez bêriya zaroktiya xwe, dapîra xwe û çiyayên Dêrsimê dikim

Aynur Dogan: Ez bêriya zaroktiya xwe, dapîra xwe û çiyayên Dêrsimê dikim

.

A+A-

Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara

 

Hunermenda navdar a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan got, “Ez bêriya zaroktiya xwe, dapîra xwe û çiyayên Dêrsimê dikim.”

Hunermenda navdar Aynur Dogan bi deng û şêwaya xwe ya taybet, ne tenê di nav Kurdan de herwiha li cîhanê jî deng vedaye.

Aynur Dogan hat Herêma Kurdistanê û wê li bajarê Zaxo û Soranê du konser li dar xistin.

Aynur Doganê li ser Keleha Hewlêrê di hevpeyvînekê de ji Dilbixwîn Dara re bi dilêke vekirî behsa huner û jiyana xwe kir.

Hunermeda ji Dêrsimê destpêkê diyar kir gelekî kêfxwş e ku hatiye Herêma Kurdistanê û wê li vê derê hest bi azadiyê kiriye û got:

“Li Kurdistanê dilê min nû bû. Ev der warê bav û kalên me ne. Divê mirov li welatê xwe dîsa dilê xwe tejî bike.

Ez sala 2005an jî hatibûm Kurdistanê lê niha gelek xweştir bûye.”

Aynur Doganê got ku dengê wê dengê gelê Kurd û birîna Kurdan e.

Derbarê jiyana û malbata xwe Aynur Doganê got, “Em ji Dêrsimê ne û navê gundê me Doxkan e.

Niha jî ez li gel malbata xwe hertim bi Kurdî diaxivim.

Ez heta 10 saliya xwe li gund bûm. Pezê me hebû. Em havînan diçûn zozanên li Çiyayê Munzurê. Ew der gelekî xweş in.

Barzan û Rewandiz jî bi çiya, daristan û avên xwe dişibin Dêrsimê. Min nexwest ez ji wê derê vegerim.”

“Xeyalên min bûne rastî”

Aynur Doganê da zanîn ku ew ew xwe li ser sehnê azad dibîne û got:

“Her tim xeyala min bû ez li derveyî welat konsertan bidim.

Min dixwest huner û muzîka Kurdî li cîhanê belav bikim. Xeyalên min bûne rastî.

Ez bi kesên biyanî re dixebetim û ew jî dixwazin bi min re bixebitin.”

“Muzîka Kurdî kevin û bi kok e”

Bi gotina Aynur Doganê muzîka Kurdî kevin û bi kok e û wê got:

“Mirov dikare di muzîka Kurdî her cure muzîkî bi kar bîne. Min li gel hunermedên cazê, klasîk muzîkê û folkê gelek tişt çêkirin.

Min xwest muzîka gelêrî ya Kurdî û muzîka modern bînim ba hev

Min ferq kir ku tu dikarî muzîka Kurdî bike caz, bikî folk, blues û her cureyên din ên muzîkê.

Ez Kurd im û êşên min jî bi Kurdî ne. Ez stranên xwe bi hestên xwe dibêjim.”

Birînên wan derbasî me jî bûne

Aynur Doganê eşker kir ku malbata wê qet nediwêriya behsa Komkujiya Dêrsimê bike û got:

“Me gelek ji mezinên xwe pirs dikirin lê wan nediwêra bersivê bidin.

Dema min pirsa Dêrsimê ji pîrika xwe dikir ew hêrs dibû. Birînên wan derbasî me jî bûne.

Ez niha bêriya zaroktiya xwe, dapîra xwe û çiyayên Dêrsimê dikim. Zarokatiya min li çiyan derbas bû.

Xwezî dapîra min sax be min dê pirsên xwe ji wê bikiran.”

“Dengê dayîka min gelekî bandor li ser min kir”

Aynur Doganê diyar kir ku dengê dayîka wê gelekî bandor li ser wê kiriye û got:

“Dengê kesê wekî yê wê tesîr li min nekiriye. Eger derfet heba dê dayîka min bibûya hunermendeke navdar.

Sala 1994an hatim Stenbolê. Sala 1995an min got ez dixwazim bibim hunermed. Ez beşdarî kursên muzîkê bûm.

Ez sala 2004an bi strana Keça Kurdan hatim naskirin û navdar bûm.

Ji ber şohretê mirov hinek caran xwe azad nabîne.

 Di şohretê de ya xweş hezkirin e  û ew jî dermanê mirovan e.”

“Ez li dengbêjan gelek guhdar dikim”

Derbar kesên bandor li wê kirine de jî Aynur Doganê got:

“Ez gelekî li dengbêjan guhdarî dikim.

Ez li Şeroyê Biro, Şakîro, Kawîs Axa, Xana Zazê û Meryem Xan guhdarî dikim.

Ez herî zêde ji strana Hey Dilberê û Dêrsimê hez dikim.”

Hunermenda Kurd herî dawî da zanîn ku îsal gelek projeyên wê yên mezin hene.

Aynur Dogan kî ye?

Hunermenda Kurd, Aynur Dogan sala 1975 li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Sala 1992yan diçe Stenbolê û li wê derê muzîkê bi awayekî akademîk dixwîne, herwiha sala 2002yan yekemîn albuma xwe ya bi navê “Seyir” belav dike.

Aynur herî zêde bi strana Keça Kurdan tê naskirin.

Aynur albuma Keça Kurdan sala 2004an belav dike û pişte jî albumên Bahar, Miraz û Nûpel belav dike.

Hunermend Aynur, sala 2010an jî albuma Rewend û sala 2013an jî albuma Hevra ku ji aliyê dezgeha Sony Music ve hatin berhemanîn, belav kirin.

Sala 2016an Hawniyaz, sala 2020î Hedûr û herî dawî jî albuma Rabe belav kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin