Awareyên Şingalê dixwazin Wezîrê Koç û Koçberan ê Îraqê ji erkê wî bê dûrxistin

Awareyên Şingalê dixwazin Wezîrê Koç û Koçberan ê Îraqê ji erkê wî bê dûrxistin

.

A+A-

Awareyên Şingalê beyannameyeke şermezarkirinê û daxwaziyek arasteyî nûnerîtiya Neteweyên Yekgirtî li Bexdayê, Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tevaya wan rêkxistinên li Îraq û Herêma Kurdistanê peywendî bi mafên mirovan ve heye dikin.

Awareyên Şingalê xwenîşandaneke nerazîbûnê rêk xist û beyannameya xwe derxist û tê de ragehand, “Ev nêzî 10 salan e em li nav kempên Herêma Kurdistanê aware ne, di rewşeke gelek nexweş de û eger piştevanî û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê neba, em dê di rewşeke nexweştir de ban. Mixabin me wekî welatiyên Îraqê çi piştevanî yan alîkariyek ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve wernegirtiye, tevî ku wekî erkekî destûrî û exlaqî li ser Hikûmeta Îraqê hat sepandin jî ku ji hemî aliyan ve piştevaniya me bike û barê jiyanê yê giran li ser milên me sivik bike”.

Di wê beyannameyê de herwesa amaje hatiye dan, “Mixabin tiştê ku em îro li Îraqê dibînin berovajiya wê ye, ji ber ku em biryar û givaştinên Wezareta Koç û Koçbneran dibînin, xasma Wezîrê Koç û Koçbneran Îvan Fayeq ji bo ku givaştinê bixe ser awareyan û bi pereyekî bêbiha me razî bike ku em vebigerin deverên xwe, bê çi jêrxaneyek û destpêkîtirîn pêdivîtiyên jiyanê ji aliyê ewlehî û xizmetkariyê ve”.

Herwesa ragehandiye, “Ev nêzî 10 salan e ku em li vê derê ne, me ne bi dilê xwe ev jiyana bizehmet hilbijartiye, belkî rewşê em neçar kirine, lewma jî me şert ji bo vegeriyana ser mal û deverên xwe hene ku pêdivî ye Hikûmeta Îraqê bi cih bîne. Şertên me jî ev in:

1. Em daxwaza bicihanîna lihevkirina Şingalê dikin.

 

2. Qerebûkirina xelkê Şingalê li beranberî wan zirarên zêde yên ku di dema êrîşa teroristî ya DAIŞê bo ser bajarê wan de gehiştine wan.

 

3. Avedankirina bajarê Şingalê û gundên girêdayî wê, herwesa komelgeha Qehtaniyeyê û wan gundên niha bi bajarkê Beacê re hatine girêdan.

 

4. Dabînkirina xizmetkariyên destpêkî ji bo deverê.

 

5. Dûrxistina Wezîrê Koç û Koçberan ji ser erkê wî, ji ber serederiya wî ya xirab bi doza awareyên Şingalê re.

 

6. Em daxwazê dikin ya ku li Şingalê bi serê gelê me hatiye bibe belgefilm û wekî jenosîd bê piştrastkirin.

 

7. Em dixwazin milîşya û komên çekdar ên neqanûnî ji Şingalê derbikevin.

Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin