Asayîşa YNKê fîlma Sakine Cansizê qedexe kir

Asayîşa YNKê fîlma Sakine Cansizê qedexe kir

Rêveberiya sînemaya Salim ya bajarê Silêmaniyê ragihand, îro danê sibê komek çekdarên asayişa YNKê avêtin ser sînemayê û salon girtin.

A+A-

Biryar bû fîlmeke li ser jiyana Sakîne Cansiz, ku roja 9 Çileya 2013 li Parîsê ligel du hevalên xwe hatibû terorkirin, were nîşandan.

Rêveberiya sînemaya Salim ya bajarê Silêmaniyê ragihand, îro danê sibê komek çekdarên asayişa YNKê avêtin ser sînemayê û salon girtin.

Par havînê jî YNKê pêşiya nîşandana fîlmekê li ser girtiyên PKKê li sînemaya Salim, girtibû.

Tê gotin ku ev kiryarên YNKê jî di çarçoveya rêkeftina YNK û Tirkiyê ya li dijî PKKê de ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin