Asayîşa HSDyê li Dêrezorê 79 kes girtin

Asayîşa HSDyê li Dêrezorê 79 kes girtin

.

A+A-

Hêzên Asayîşa Ewlekariya Hundir a ku bi ser HSDyê ve ye, îro çarşemê encamên pêngava xwe ya ewlehiyê li dijî bermahiyên rêjîma berê û şaneyên (DAIŞ)ên li Dêrezorê ragihand.

Operasyona ku bi hemahengiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka bi rê ve çû, di encamê de 79 kesên bi tometbarkirina aramiyê hatin girtin û hejmareke mezin a çek û cebilxaneyan hat desteserkirin.

Asayîşê diyar kir ku ev 15 roj in li bejahiya Dêra Zorê operasyoneke berfireh a ewlehiyê li dar dixin.

Daxuyaniyê anî ziman ku operasyonê bi taybetî “bermahiyên rejîma Esedî a li Sûriyeyê hilweşiyayî û alîgirên wê, û herwiha şaneyên razayî yên DAIŞê” dike armanc.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin