Article 19: Tirkiye ew welat e ku di warê zelaliyê de bileztirîn paş de dikeve

Article 19: Tirkiye ew welat e ku di warê zelaliyê de bileztirîn paş de dikeve

Rêxistina sivîl a navneteweyî Article 19 raporta xwe ya salane eşkere kir. Di raportê de dan zanîn ku azadiya vegotinê, li seranserê cîhanê, di xirabtirîn asta 10 salên dawîn de ye. Her wiha hat gotin, di warê zelaliyê de welatê ku bileztirîn paş de dikev

A+A-

Di raportê de bal kişandin ser vê yekê ku di sala 2017an de 78 rojnamevan û 312 parezvanên mafên mirovan hatine kuştin. Herwiha raport bale dikşîne tûndîtî û sansûra înternetê yên di protestoyan de û dibêje li seranserê cîhanê di warê azadiya vegotinê de krîzek tê dijîn.

Di raportê de tê gotin, li seranserê cîhanê desthilatdar hewl didin bi tohmeta 'nûçeyên derewîn' û 'xayîntiyê' dengê opozîsyonan bibirrin.

Li gor raportê, di 2017an de, di vî warî de, Norwec, Swîsrê û Danîmarka, ew welat in ku puanên baş wergirtine. Diwarê azadiya vegotinê de xirabtirîn welat jî wek Koreys Bakur tê destnîşankirin.

Li gor raporta Article 19an a ku di 4 warên wekî 'qada sivîl', 'medyaya dijital', 'ewlehî' û 'zelalî'yê de welat nirxandine, Tirkiyê Tirkiyê ji 5 welatan yek e ku di van 4 mijaran de bileztirîn paş de dikeve.

Li gor vê, di warê zelaliyê de, ji 2014an heta 2017an sereke welatan e ku herî zêde paş ketiye.

Di warê sansûra înternetê û darizandina bikarhênerên înternetê de jî Tirkiye wek duyemîn welat hatiye destnîşankirin ku paş de diçe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin