
Amerîka: Pêvajoyên Astana û Soçiyê xitimîne
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê hevdîtinên Astana û Soçiyê ku bi garantoriya Rûsya, Îran û Sûriyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê pêk tînin, daxuyanî da.
A+A-
Berdevka Wezareta Derve Heather Nauertê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevdîtinên Astana 11an bi ser neketine û got, ‘Rûsya û Îran vedişêrin ku rejîma Beşar Esad beşdarbûna proseya siyasî red dike.’
Nauertê diyar kir ku pêvajoyên Astana û Soçiyê xitimîne û pêwîst e bi hevdîtinên Cenevreyê re Komîteya Destûra Sûriyê were avakirin û rewşa şer û tundiyê ya li Sûriyê were bidawîkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Rûsya û Îran helwesta rejîma Beşar Esad a redkirina beşdarbûna nav proseya siyasî di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya bi jimara 2254an vedişêre.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin