Amerîka ji sê welatên Rojhilata Navîn sîstema Patriot vedikşîne

Amerîka ji sê welatên Rojhilata Navîn sîstema Patriot vedikşîne

Rojnameya Wall Street Journal a amerîkî ragihand ku Wezîrê Bergiriya Amerîka Jim Mattis biryar daye sîstema Patriot a parastina esmanî ji welatên Urdin, Kuweyt û Bahreynê vekişîne.

A+A-

Hat diyarkirin ku ev biryar dê meha bê were bicîkirin. Ew hersê welatî jî mitefîkên Amerîka yên li Rojhilata Navîn in û ev di demekê de ye ku Amerîka Îranê weke metirsiyek li ser herêm û cîhanê nîşan dide û hewl dide bernameya wê ya moşekan têk bibe de, hat dayîn.

Sîstema Patriot sîstemeke parastina esmanî ye û berî niha li her sê welatan hatibû bicihkirin. Tê ragihandin ku vekişîna wê sîstemê ji her sê welatan, dê wan mitefîkên Amerîka yên li herêmê di warê serbazî û parastinê de qels bike.

Di nûçeya wê rojnamê de hat gotin ku bi vî awayî fokus ji Rojhilata Navîn dikeve bo ser nakokiyên ligel Çîn û Rûsyayê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin