Amerîka, Îran û Îsraîl li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî bûn yek

Amerîka, Îran û Îsraîl li dijî biryara Neteweyên Yekbûyî bûn yek

.

A+A-

 Biryareke nû ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guherîna avhewayê ku wekî "gefa li ser şaristaniyê" tê pênasekirin, neyarên herî tund ên cîhanê di eniyeke hevpar de kom kir.

Welatên wekî Amerîka, Îran, Îsraîl, Rûsya û Erebistana Siûdî bi hev re li dijî biryarê deng da.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî çarşemê li ser projebiryarekê deng da ku guherîna avhewayê ne tenê wekî helwesteke siyasî, wê wekî berpirsiyariyeke "yasayî" dinase.

Her çi qasî biryar bi piraniya 141 dengî hatibe pejirandin jî hevpeymaniya wan 8 welatên ku li dijî biryarê rawestiyan bala medyaya cîhanê kişand.

Amerîka: Daxuyaniyên siyasî yên tirsandinê tê de hene

Alîkara Nûnera Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Tammy Bruceyê di axaftina xwe de sedema dijberiya welatê xwe ya li dijî biryarê eşkere kir û got:

"Di vê biryarnameyê de daxuyaniyên siyasî yên tirsandinê hene, wekî wê hizra ku dibêje guherîna avhewayê gefek e li ser şaristaniyê.

Amerîka li dijî vê biryarnameyê ye û welatên din jî han dide (teşwîq dike) ku li dijî wê bisekinin."

Amerîkayê çi qasî xwestibe jî tenê 7 welatên din bi Washingtonê re ketin eniya "na"yê ku ji Îran, Îsraîl, Rûsya, Erebistana Siûdî û sê welatên din pêk dihatin û 28 welat jî bêalî man.

Rûsya û Siûdî: Dilgiraniya li ser darayî û enerjiyê

Alîkara Balyozê Rûsyayê Maria Zabolotskayayê rexne li dariştina biryarê girt û ragihand ku reşnivîsê gelek mijarên sereke piştguh kirine ku ji bo welatên nûbipêşketî girîng in.

Wê bi taybetî bal kişand ser mijara pêbendiyên darayî yên ji bo lihevanîna bi guherîna avhewayê re.

Li hêla din, Balyozê Erebistana Siûdî yê Neteweyên Yekbûyî Ebdulezîz Al-Wasil destnîşan kir ku hinek ji wan dariştinên têkildarî çavkaniyên enerjiyê ne nîşana lihevkirineke navneteweyî ne û têbîniyên wan li ser hene.

“Komeke balkêş”

Me li ser taybetiya vê hevpeymaniya kêmwêne ya di navbera Amerîkayê, Îranê, Îsraîlê, Rûsyayê û Erebistana Siûdî de pirs ji Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric kir.

Dujarric di bersiva xwe de got: "Ev komeke 8 endamî ya gelekî balkêş e. Ez ji bo we rojnamegeran dihêlim da ku hûn şîroveyên xwe li ser bikin û ji welatan bipirsin ka çi ew teşwîq kirine ku bi vî rengî deng bidin."

Heta niha ne Îranê û ne jî Îsraîlê ku du neyarên herî tund ên hev in û di piraniya mijarên navneteweyî de li dijî hev in, ti daxuyaniya fermî nedaye bê ma çima di vê mijara taybet a avhewayê de helwestên wan bûne yek.

Biryarnameya nû ya Neteweyên Yekbûyî zexteke yasayî ya zêdetir dixe ser welatên hilberînerên petrol û gazê û wan welatên ku gazên germker berdidin asmanan.

Ev yek wekî yek ji sedemên sereke yên yekbûna van welatên dijber tê dîtin ku aboriya piraniya wan li ser enerjiyê ye.

(Rûdaw) 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin