Amerîka: Em nahêlin Esed deverên petrol û xazê kontrol bike

Amerîka: Em nahêlin Esed deverên petrol û xazê kontrol bike

Şanderê Amerîka yê taybet bi karûbarên Sûryê James Jeffrey ragihand, ku Beşar Esed nikare xwe bigehîne navçeyên petrolê li Sûryê û Amerîka wê rê li ber wî bigire.

A+A-

Li ser pirsa pêşeroja Kurdan li Rojava Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, James Jeffrey got: Amerîka li gel yekîtiya Sûryê û Iraqê ye û her çarekirinek ji bo pêkhateyên herdu welatan, divê bi riya destûr û hilbijartinan be.

James Jeffrey di kongireyekî rojnemevanî de diyar kir, dibe di hizra Beşar Esed de be, ku ew di cenga li Sûryê de biserketiye û kariye nîvê axa Sûryê kontrol bike, lê nîvê rûniştvanên Sûrî ne li cihê xwe ne û yan penaber yan jî meşext bûne.

Jeffrey got: Esed li ser termê dewleteke bê abûrî rûniştiye û Amerîka bi ti awayî nahêle ku Esed destê xwe li ser deverên petrol û xazê deyne, ji ber vê yekê jî ez ne di wê baweriyê de me ku Esed tiştek bidest xistiye.

Navhatî got jî: Divê Rûsya nema piştevaniya Esed bike, di baweriya min de pêwîstiya Rûsya bi hevaltiya Hikûmetekê wek ya Esed tine ye, ji ber ku piştevanîkirina wê Hikûmetê wê li ser Rûsya gellekî giran be, lê heger ew rijd bin Esed ji xwe re bihêlin, em jî nikarin wan qayil bikin ku dev jê berdin, lê wê ev yek gellekî li ser Rûsya giran be.

Derbarê avakirina Sûryê jî got: Heya ku Îran li Sûryê ye, ti avakirin li wî welatî wê nebe û divê Îran û hemû mîlîşyayên wê ji wî welatî derkevin, lê Amerîka ji bo derxistina Îranê ji Sûryê, hêzê bikar nayne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin