Amerîka: Em dewletekê li Rojhilata Firatê ava nakin

Amerîka: Em dewletekê li Rojhilata Firatê ava nakin

Şanderê Amerîkî yê taybet ji bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey got: Em ji Rûsyayê re tekez dikin, ku Amerîka kar li ser avakirina dewletekê li rojhilata Firatê nake.

A+A-

James Jeffrey di hevpeyvîna ligel kenaleke erebî de ragihand, ku Amerîka gerentiyan dide Rûsyayê, ku ew piştevaniya yekîtiya axa Sûriyê dike û parastina ewlehiya sînorên wê dike.

Jeffery tekez kir, ku ew kar li ser avakirina ti dewletekê li rojhilata Firatê nakin û got: Pêwendiyên me bi HSDê re hene û berdewam in, ji ber ku ew hêz, şerê çekdarên DAIŞê dike.

Derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Kobanê navhatî got: Amerîka ji wan êrîşan dilgiran bûye û em ji Tirkiyê dixwazin ku hevrêziyê li gel me bike, da ku rûbirûbûn di nav me de çênebe.

Li ser pirsa vekişyana HSDê ji hin navçeyên gundewarê Dêra Zorê, Şanderê Amerîkî got: Ew, vekişîneke demkî ye û  divê HSDê wan navçeyan dubare kontrol bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin