Amerîka bangî welatan kir ku welatiyên xwe yên DAIŞî yên di destê HSDê de werbigirin

Amerîka bangî welatan kir ku welatiyên xwe yên DAIŞî yên di destê HSDê de werbigirin

Wezareta Derve ya Amerîka daxwaz ji welatên cîhanê dike, çekdarên DAIŞê yên li cem HSDê zîndankirî ne vegerînin welatê xwe û bidin dadgehan.

A+A-

Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino di daxuyaniyekê de ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hember girtiyên DAIŞê pabendî rênimayên girtinê bû û aramî û mirovane serederî bi wan dike.

Herwiha got: Amerîka daxwaz ji welatên cîhanê dike, welatiyên xwe yên li cem HSDê girtî ne bibe û li welatên xwe bidin dadgehkirin û sizadan.

Her çend e Robert Palladino amaje bi hejmara girtiyên DAIŞê yên cem HSDê nekir, lê berpirsên din ên Amerîkî berî demekê behsa hejmarekê nêzîkî 850 çekdaran kiribûn.

Ev daxwaza Amerîka di demekê de ye, tê pêşbînîkirin sibe Amerîka ligel hejmarek ji welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bicive.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin