AMED/ 16 baro bo ewlehiya hilbijartinê civiyan

AMED/ 16 baro bo ewlehiya hilbijartinê civiyan

Li Amedê 16 baro li ser ewlekariya hilbijartinên 24ê Hezîranê civînek pêkanîn. Baroyan bang li xelkê kir ku bi îradeya xwe biçin ser sindoqan û diyar kirin ku ew ne bi tenê ne û li her derê parêzer wê li ser sindoqan bin.

A+A-

Li Amedê baroyên bajarên Semsûr, Riha, Dîlok, Edene, Antalya, Enqere, Batman, Çewlig, Bursa, Duzce, Stenbol, Mûş, Kocaeli, Şirnex û Wanê li ser ewlekariya hilbijartinên 24ê Hezîranê civînek pêkanîn.

Baroya Amedê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku li her bajar û li her cihekî dengdanê parêzerek wê cih bigire.

Herwiha hat gotin 29 baro ku ew baroyên navên wan li jor in jî di nav de ne ji bo ku hilbijartin di atmosfereke azad, adîlane û wekhev de derbas bibe wê bi awayekî aktîf bixebitin.

Di daxuayniyê de bang li welatiyan hat kirin ku bi îradeya xwe biçin ser sindoqan û hat gotin ku ew ne bi tenê ne û li her derê ew parêzer wê ji bo ku hilbijartin di nav şert û mercên baş de derbas bibe bixebitin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin