AKP Dixwaze Berî Kongreyê Hin Guherînan Bike

AKP Dixwaze Berî Kongreyê Hin Guherînan Bike

AKP xwe ji niha vex we ji bo kongreya dahatî re amade dike, lê dixwaze berî lidarxistina kongreyê, hin guherînan pêk bîne.

A+A-

AKP xwe ji niha vex we ji bo kongreya dahatî re amade dike, lê dixwaze berî lidarxistina kongreyê, hin guherînan pêk bîne.

Biryar bû AKP, sala 2021ê kongreya xwe ya asayî lidar bixe, lê li gor zanyariyên ku medyayên Tirkiyê belav kirine, kêşeyên navxweyî yên wê partiyê û pêşhateyên bilez bûne sedem, ku ew partî dema kongreya  xwe bi pêş bixe û bi egerekî zêde di 2020an de lidar bixe.

Berî kongreyê, AK Partî hejmarek ji guherînên bilez encam dide. Yekem guherîna wê partiyê, hilanîna berpirsê rêxistinê yê AK Partî li Ameda Bakurê Kurdistanê ye, duyemîn guherîn jî, bi egereke zêde dûrxistina Ahmet Davutoglu û çend parlementer û berpirsên din e, ku bi nerîna berpirsên wê partiyê, ew kes bûne sedema kêmbûna cemawerê AK Partiyê.

Daxwaza dûrxistina Ahmet Davutoglu bi fermî di nava rêxistinên AK Partiyê de hatiye kirin û niha ew mijar tenê li benda biryara komîteya discipline û berpirsên pilebilind ên partiyê ye.

Erdogan, desthilat daye Encûmena Navendî ya AK Partiyê, ji bo ku bilez kar ji bo lidarxistina kongireyên rêxistinî yên wê partiyê li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bikin.

AK Partî ji ber çend sedemên sereke dixwaze hin guhertinan di nav refên xwe de pêk bîne û ji wan; Şikestina AK Partî di hilbijartinên şaredariyan de, kêmbûna dengên AK Partiyê, zêdebûna hejmara destjikarkişandina berpirs û endaman û egera damezrandina 2 partiyên nû, ku tê gotin hejmarek ji berpirsên berê yên AK Partî têde xwedî post bin.

AK Partî dixwaze siyaseteke nû peyrew bike û biryar hatiye dan ku navê kongreya wê ya sala bê "Guherîn" be.

Çend armancên AK Partiyê ji encamdana wan guherînan heye, weke: Destnîşankirina sedemên sereke yên kêmbûna dengan, dûrxistina wan kesên ku pabendiya wan bi binemaya karê AK Partiyê nîne, dûrxistina wan kesên ku bi niyaz in ligel Dawudoglu û Elî Babacan kar bikin û herwiha dûrxistina wan kesên ku sedem bûn di şikestina AK Partî de di hilbijartinên şaredariyan de.

Ev pêşhatên nû yên li nav AK Partiyê, di demekê de ne, ku di hilbijartinên şaredariyan de, wê partiyê desthilatdariya xwe li Istanbul û Enqereyê û hejmarekê ji bajarên din ên girîng jidest da.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin