Navenda Nûçeyan – Lijneyê beyanameyekî de ragehand, biryar dane qedexeya hatûçûnê li bajarên Iraqê heta meha Remezanê dirêj bibe û berî hatina Remezanê jî dê lijne bicive û biryarên pêwîst derbixe.
Civîn bi serokatîya serokwezîrê demkî yê Iraqê Adil Ebdulmehdî de bi rêya video konferansê ve birêve çû û biryarên hatin dayîn waha ne;
-Dirêj kirina dema qedexeya hatûçûnê heta destpêka meha Remezanê ango heta dawîya heftîya pêş.
– Piştevanî kirina hewldanên tenduristîyê bo tekoşîna li hember vîrusa korona.
– Pêşwazî kirin û vegerandina wan Iraqîyên li welatên cîhanê ne û ji ber vîrusa korona nekarîne vegerin.
– Asankarî kirin bo berpirsên wezareta kiştûkal bo rêdayîna wan a hatûçûnê, ku serpereştîya demsala dirûna genim û ceh a cotyaran bikin.





