Hevpeyamanîya Nêvdewletê qebare ya xwe li Îraqê biçûk dike

Hevpeyamanîya Nêvdewletê qebare ya xwe li Îraqê biçûk dike

Myles B. Caggins, ragehand, Hevpeymanîyê biryar daye qebareya xwe li Îraqê biçûk bike û zêdetir ji hezar serbaz û karmendên xwe ji bingehên serbazî vekişandin e.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Myles B. Caggins, gotebêjê Hevpeymanêya Nêvdewletî Dijî Daişê di hevpeyvîneka taybet de li gel Kurdistan 24 ragehand, Hevpeymanîyê biryar daye qebareya xwe li Îraqê biçûk bike û zêdetir ji hezar serbaz û karmendên xwe ji bingehên serbazî vekişandin e.

Di Îraqê de, livîn û bizavên hêzên Emerîka û Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê, bûye cihî pirsyarê, bi teybet piştî ku hêzên Emerîkyê ji hejmareka serbazge û navendên serbazî li Kerkûk, Mûsil û Enbarê vekişîyan û ew bingeh û navend radestê hêzên Îraqî kirin.

Di vî bwarî de, Myles B. Caggins bi Kurdistan24 re ragehand, Piştî serkevtina hêzên Îraqî bi ser Daişê re, hevpeymanîya Nêvdewletî biryar da hêzên xwe kêm bike, lê; dê berdewam be li harîkarîkirina Pêşmerge û hêzên Îraqî.

Got jî: Di hefteyên bûrî de zêdetir ji hezar serbaz û karmendên Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê ji serbazgehên Enbar, Qaîm û Kerkûkê hatine vekişandin û pişke ji wan hatin şandin bo welatên wan.

Xuya jî kir, tevaya livîn û bizavên hêzên bîyanî bi hevahengî li gel hikumeta Iraqê bûye û vekişandina pişkek ji wan hêzan bi awayek demkîye, bi taybetî vekişana hzên Firansa, Çîk, Îtalîya û Holenda. Çûnku welatên wan tekez kirine ku piştî derbazbûna arîşe ya Koronayê careka din hêzên xwe dê bişînin Îraqê.

Derbarê gefên girûpên çekdarên Şîe, gotebêjê Hevpeymanîyê got: Em haydarîn ji wan gefan û Emerîka jî berdewame li paraztina hêzên Hevpeymanîyê.

Myles B. Caggins behsa wê yekê jî kir, danana sîstema Patiryot li Îraqê bo paraztina hêzên Hevpeymanîyê ye li Îraqê.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin