Gûrî

19 Mijdar 2026

Gurî ji biçûkanî de, dê û bavê xwe wenda dike û sêwî dimîne. Ew dikeve ber destên ap û amo-jinê. Wan çi karê giran hebûya, bi Gurî didan kirin. Rojekê dilê Gurî pir diçe rûnê nîvişk. Dihere cem meşka rûn, hinek rûn li ser nanê xwe dike. Amojina wî pê dihise. Radihêle darçîtekî û bera dû Gurî dide.
Gurî ji wan dixeyide û sûnd dixwe, ku ew dê terka wan bike. Gurî dihere gundekî. Li wî gun-dî dawet heye. Govendek mezin geriyaye. Qîz û xort ketine destên hevdu, toz û dûxanê bi ser serê xwe dixin. Piştî rawestandina def û zurnê, dest bi danîna xwarina dawetê dikin. Cifniyê mezin tije birinc û goştê berxa li ser, dikşînin bin konê reş û mezin. Wek her kesî Gurî jî derbasî ser sifra hazir dibe û têra dilê xwe xwarinê dixwe. Ji xwe, ev demeke dirêj bû ku Gurî xwarinek weha nexwaribû.
Hinek xortên gund dinerin ku xortekî biyanî, gurî û bi kum li ser sifrê rûniştiye. Ew dixwazin hinekî heneka bi wî bikin. Gava ew xwarina xwe diqedînin, dihêrin cem Gurî û destên xwe bi kumê wî paqij dikin.

Ber bi êvarê, naxir dikeve nav gund. Çêlekek ji nav naxirê di ber Gurî re derbas dibe, bîhna rûnê kumê Gurî tê çêlekê. Çêlek devê xwe davê kumê wî. Gurî bera dû çêlekê dide ku kumê xwe ji devê wê derxîne. Çêlek berê xwe dide dews-bênderan û Gurî dide dû. Ji bo ku bala Gurî li çêlekê ye, ew lê hay nabe ku çalek li pêşiya wî ye û di wê çalê de werdibe. Çal hinekî kûr e. Ew nikare bi serê xwe ji çalê derkeve. Di dilê xwe de dibêje; ”Çawa be dinya havîn û germ e. Ez dê îşev di vê çalê de razêm.”

Dibe êvar, tarî dikeve erdê. Bûka nû dixwaze derkeve destavê. Ji bo ku dinya tarî ye û gund nas nake, ew jî li çalê hay nabe û di wê çala ku Gurî tê werbûyî de, werdibe. Herdu ji tirsa ne diwêrin bi hevdu re bipeyivin û ne jî gazî û alîkariyê bixwazin. Her yek li aliyekî çalê rûdinin û diponijin.
Demek derbas dibe, bûk venagere malê. Xwediyê zavê bawer dikin ku bûka wan bi dû hineka ketiye. Gaziya gund bi dû bûkê dikeve. Her çend gundî bi hêlekê de diçin û li bûkê digerin. Xortek jî fanosek di desta de ye û dixwaze bigihêje gaziyê. Gava tê dewsbênderan, dibîne ku Gurî û bûk di çalê de ne. Xort bi dengekî bilind gazî gundiyan dike:
– Wernê va ew li vir in! Xwedê ji wan re nehiştiye. Gava reviyane, di çalê de werbûne. Her ku dihere însan li ser çalê pirtir dibin û her yek ji hêlekê bi keviran tê wan. Gurî û bûk dizanin ku çi bibêjin wê feyde neke û baweriya gundiyan wê bi wan neyê. Melê gund xwe digihîne ser wan. Ji gundiyan re dibêje:
– Heyran, hela rawestin, em ifada wan bigrin.

Piştî gotinên Mele, bêhna Gurî hinekî tê ber wî. Piçek hêviya wî çêdibe. Baweriya wî pê tê ku ew dê êdî neyê kuştin. Gurî bi dengekî melûl ji serî heta dawiyê serpêhatiya xwe ji Melê re dibêje. Ji bo ku Gurî şiklê çêlekê jî ji gundîyan û Mele re dîbê; gundî nas dikin ku ew çêleka mala Mîsto ye. Mele ji xortan re dîbêje:
– Zû, bi lez herin çêleka mala Mîsto bînin vê derê. Xortek dihere çêlekê tîne. Çêlekê li wê derê şerjê dikin. Gava zikê çêlekê diqelêşin, dibînin ku kumê Gurî di zikê wê de ye. Mele vedigere ser gundiyan û dibê:
– De binêrin! Tu nemabû me zilamekî biyanî û bêguneh bîkuşta û qetla wî di stuyê xwe xista.
Piştî gundî dibînin ku Gurî bêguneh e, li ber wî digerin. Rebenê Gurî xweziya xwe bi vî awa-yî jî tîne, ku ew ji vê belaya mezin û nedîtî weha bi erzanî xelas bûye.
Gurî ji bo çûyinê destûra xwe ji gundiyan dixwaze. Gundî çiqasî dikin û nakin, Gurî wê şevê li gund namîne. Ew ji nav gund derdikeve û dikeve ser riyekê. Berî ku ew bigihêje gundekî din, xanîyekî dibîne. Gava dihere hundirê xanî, dibîne ku kadînek kayê ye û kes tê de tune ye. Peyvên rîhspiyan tên bîra wî, ku cihê germ û nava kayê ji birînên kevir û daran re gelekî baş e. Gurî biryara xwe dide ku wê şevê li wê kadînê razê. Ew xwe dixe nava kayê û hew serê xwe ji derve dihêle.
Pir derbas nabe, jin û mêrek ku hevdu revandine dikevin hundirê kadînê. Ji bo ku hundir tarî ye, ew li Gurî hay nabin. Herdu li ser kayê li tenişta Gurî rûdinin. Piştî bêhna xwe berdidin, keçik ji mêrik dipirse:
– Ka bibêje, bê çawa dilê te kete min?
– Gava tu diçû ser kaniya gund, te kûzê avê dida ser milê xwe û xwe bi nazikî dihejand, eşq û evina te dest pê kir; di dilê min de zîl da û roj bi roj bêtir şax veda.
Piştî bersîva xwe, vê carê jî mêrik ji keçikê pirsî:
– Baş e. Lê dilê te çawa kete min?
– Gava tu bekçiyê gund bû, darê te di destê te de bû, te bi darê zorê bac û bêş ji xelke distend…
Bekçî nehişt ku keçik peyva xwe biqedîne, perwaz da û bi pozbilindî got:
– Belê weha bû. Navê darê min “Lahdo” bû. Ma qey yekî bigota ez bêşa xwe nadim, min bi Lahdo weha li wan dixist. Bekçî bê ku li Gurî hay bibe, weke ku bi rastî bêşê ji gundiyan distîne, darê xwe li ser hev û bi hêrs li tenişta xwe, li Gurî dixîne û hey dibêje:
– Ma qey yekî bigota ez bêşa xwe nadim, hema min radihişt “Lahdo” û weha li wan dixist.
Gurî ji bo çend darên pêşî deng nekir. Lê gava dît ku darê Bekçî rawestan jê re tune ye, janê da dilê wî, hew

debar kir û ji nişka ve got:
– Heyran bes li min xwe, ez ê jî bêşa xwe bidim.

Bekçî û keçik ji tirsa bizdiyan. Nizanîbûn bê çi hat serê wan. Herdu bi bazdan ji kadînê direvin. Gava bi wê lez û bezê direvin, keçik buxçika xişil û zêrên xwe li dewsa xwe ji bîr dike.
Piştî ew direvin, Gurî ji nav kayê derdikeve, radihêle buxçikê û bi kêf dibê:
– Xwedê qismetê min anî ber destên min. Va ye min ceyizê xwe dît. Ya baş ew e, ku ez êdî ji xwe re qîzekê jî bibînim, bizewicim û ji ber destên ap û amojinê derkevim.

Zinar Soran