Gramafona Apê Qado

15 Mijdar 2026

Apê Qado mirovekî jîr û zana bû. Di dema wî de, erebe pir tune bûn. Gelek gundiyên wî, hew gava cuzdanê xwe yê nifûsê derxistibûn, qeza xwe dîtibûn. Piraniya wan tu bajarên mezin nedîtibûn. Ji salê carekê ya jî du caran hinek ji gundiyan diçûn qezê û asûkên hemû gundiyan dikirîn. Carna jî, kaçaxçiyan ji bo firotinê cil û caw ji Binxetê dianîn gundan û gundiyan pêwistiyên xwe ji wan dikirîn.

Lê Apê Qado ne weke gundiyên din bû. Kêfa wî gelekî ji gerê re dihat û ew çûbû gelek bajarên mezin. Heta ew çend caran çûbû Enqere û Stenbolê jî. Her cara ku Apê Qado ji bajarên mezin vedigeriya, gundî li wî kom dibûn û wî jî serpêhatiyên xwe ji wan re digot.

Carekê Apê Qado dihere Enqerê, li wê derê gramafonê dibîne. Kêfa wî gelekî ji gramafonê re tê û yekê dikire. Heta wê çaxê jî, hîn gramafon nehatibûn navçeya Apê Qado. Mirovên li wê derê tiştekî weha neditibûn.

Gava Apê Qado ji Enqerê tê, bihar bû. Erd ji giha, nefel û çîçekên biharê hatibû xemilandin. Ji aliyekî şivan, gavan û berîvanan, ji aliyê din jî terş û dewarên wan xeml û xêza biharê dewlementir dikirin. Zarokên gund li derûdora çem li qîvar û kerengan digeriyan. Hinekan jî di nava zadan de baqil didan hevdu.

Berî ku Apê Qado bigihêje gundê xwe, gramafona xwe li ser kerekê baş dijdîne, sêlikekê dide ser û gramafon dest bi muzîkê dike. Ew hinekî ji dûr ve dide dû kerê û dimeşe. Gava şivan, gavan, bêrîvanên li çolê dibînin ku kerek tê û distirê, şaş û mat dimînin. Ji ber ku heta wê gavê jî, wan tiştekî weha nedîtibûn. Gotin û nesîhetên melên wan tên bîra wan û bawer dikin ku tercal rabûye. Her yek ji tirsa bi aliyekî ve direvin û dikin gazî:

– Hewarê tercal rabû, hewarê tercal rabû…

Zinar Soran