Rojekê tahsîldarek dihere gundekî berîyê. Ji tirsa, her yek bi aliyekî ve direve. Ji ber ku di wê demê de qaçora serê terş û heywanan hebû. Gundîyên feqîr bi kotekî xwe xwedî dikirin. Ew qaçor ji wan re gelekî giran dihat.
Weke her car, gundiyan vê carê jî terş û hey-wanên xwe bi lez û bez ji nav gund derxistin. Ew li paş girikan û di çem de veşartin.
Lê mixabin vê carê xeber dereng digihêje Çelo. Ji bo wê jî, nagihê ku kerê xwe ji nav gund derxîne.
Çelo ji bo qaçora kerê nede, dihere êxur, kerê ji êxur derdixîne, tîne aliyê malê û her çar lingên kerê bi verîsekî baş girêdide. Doşekekê davê erdê, kerê dixe nav û lihêfekê davê ser.
Tahsîldar mal bi mal digere. Çi heywanên ku dibîne, qaçora wan bi zor ji xwediyê wan distîne.
Dor tê ser mala Çelo. Ew ji tirsa dikeve hev. Lê naxwaze vê tirsa xwe bide xwiyanê kirin.
Tahsîldar li hewşê, axur û xanîkê êgir digere, lê tiştekî nabîne. Ew derbasî aliyê malê dibe, li we derê jî tu heywanan nabîne. Gava ew dê ji malê derkeve, lê hayî dibe, ku kesek di nav nivîna de ye.Tahsîldar dizane, ku însanek bi roj di nav nivîna de be, tê wê manê ku ew kes nexweş e. Ji bo wê jî, tahsîldar ji Çelo dipirse:
– Xêr e, ma ew kî ye nexweş e?
Çelo bi dengekî melûl dibêje:
– Heyran, weleh ew bavê min e.
Tahsîldar dihere ser nivîna, dixwaze li rewşa yê nexweş binêre û dibê:
– Hela ez li apê xwe binêrim, bê çawa ye.
Gava Tahsîldar lihêfê radike, çi bibîne! Kerek di nav nivîna de ye. Dibe tîq- tîqa Tahsîldar. Ew dizîvire ser Çelo û dibê:
– Heyran, ji bona ku ev camêr bû bavê te û apê min, bi Xwedê ez jî qaçora vî ji te nastînim.
Zinar Soran

