Qolçî û Gundî

15 Mijdar 2026

Rojekê Mîrzo ji bo firotinê, barek êzing dibe bajêr. Êzingê xwe difiroşe, asûkê xwe dikire û dixwaze hinekî li nav bajêr bigere.Lê di wê demê de, qolçî hebûn. Wan nedihiştin ku xelk tûtina wê derûdorê vexwin. Ji tûtina Kurdîstanê re digotin “tûtina kaçax”. Feqîrê gundîyan gava dihatin bajêr, ji tirsa qolçîyan xweşikî nikarîbûn cixareyek bi kêfxweşî vexwarana. Dema ku qolçiyan hinek gundî didîtin, bi dû wan diketin. Li ser wan digerîyan û gava tûtin li ser wan bigirtan, ceza ji wan distendin.

Mîrzo jî weke gelek gundiyên Kurdistanê, ji destên qolçiyan pir kişandibû û gelek caran ceza dabû. Hingî dabû dilê wî, sûnd xwaribû, ku vê carê li nav bajêr cixara “kaçax” vexwe.
Gava qolçiyekî dît, ku dûxana cixarê bi ser yê gundî ketiye, bi lez xwe gîhand cem wî. Li ser wî gerîya, barê kerê wî avêt erdê, li nav barê wî gerîya; lê tu tûtin nedît. Qolçî gelekî aciz bû. Lê nekarîbû tiştek bikira.

Mîrzo barê xwe avêt ser kerê û riya xwe berdewam kir. Piştî sed gavekî ji qolçî bi dûr ket, dîsa dûxan bi ser serê xwe xist. Qolçî bi bazdan xwe gîhand cem wî. Weke cara din li ser wî gerîya, barê wî dîsa avêt erdê, ew ji hevdû xist, lê tu tûtin nedît. Qolçî gelekî tûre bû.Tu nemabû ji qehra biteqîya. Lê tişt ji destan nedihat.

Mîrzo barê xwe bar kir, qederkî meşîya û dîsa dûxan bi ser serê xwe xist.

Qolçî dîsa bi bazdan çû cem Mîrzo. Helke helka wî bû, bêhna wî çikiya bû. Ji hêrsa bi zorê gotin digîhand hevdu. Qolçî bi libergerandin ji Mîrzo re got:

-Heyran,welleh te kezeba min reş kir. Bi soz û peyman û bi sê telaqên bêfito, eger tu cihê tûtina xwe rê min bidî, ez ê tu cezayî ji te nestînim.

Mîrzo bawerî pê anî, ku qolçî wî tiştî ji dil dibê. Mîrzo çû cem kerê xwe, tûtina xwe ya ku di nav paçikekî pêçabû, ji guhê kerê derxist û rê Qolçî da.

Qolçî bîhna wî gelekî teng bû. Lê ji bo soz da-bû û bi telaqan sûnd xwaribû; tu ceza li Mîrzo nebirî. Piştî çend gavan, Mîrzo dîsa dûxan bi ser serê xwe xist.

Zinar Soran