
7 girtîyên sîyasî yên kurd hatin berdan
Li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê, komek girtîyên sîyasî li ber efûyê ketin û hatin berdan.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Malpera Hengaw ragihandîye, çend roj berê 7 girtîyên sîyasî yên kurd, ku hemû bi tohmeta endamtî û alîgirtîya Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) hatibûn girtin û di girtîgeha bajarê Neqede de bûn, li ber efûya giştî ketin û hatin berdan.
Navên wan girtîyên sîyasî, ku hemû xelkê bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê ne, ev in:
Mihemed Îbrahîmî, Idrîs Kesrewî, Izet Mehmûdî, Ebdulqadir Mihemedpûr, Kemal Ebdullahî, Emîr seyîd Tahirî, Eshed Mehmûdî.
Sizayên wan girtîyan ji salek zîndan heta 15 sal zîndan bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin