5 kampên penaberên Sûriyê tên girtin

5 kampên penaberên Sûriyê tên girtin

5 kampên penaberên Sûriyê yên li Dîlok, Semsûr û Mêrdînê dê werin girtin û ew 34 hezar û 180 penaberên di van kampan de jî dê bo kampên li deverên sînor werin bicihkirin.

A+A-

Biryar e kampên penaberên sûrî yên li bajarên Dîlok, Semsûr û Mêrdînê bên girtin û penaberên tê de li kampên li bajarên Riha, Kilîs û Hetayê ku li ser sînorê Sûriyê ne, bên bicihkirin.

Hat diyarkirin ku di wan kampan de bi giştî 34 hezar û 180 penaberên Sûriyê di wan kampan de dimînin û herwiha hat gotin ku di nava mehekê de ew penaber dê bo wan kampên li ser sînor bên vegihastin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî hilbijartinên 24ê Hezîranê di axaftina xwe ya li Dîlokê gotibû armanca wan ew e ewlekariyê pêk bînin ku penaberên Sûriyê vegerin welatê xwe.

Veguhastina penaberan bo deverên sînor jî di vê çarçovê deweke gava destpêkê tê dîtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin