
46 parlemanterên Ewropî nameyek ji Erdoganî re şand
Li Parlamena Ewropayê 46 endamên parlamenê nameyek ji Serokomarê Tirkiyê re şand û tê de hat, danîna qeyuman bi binpêkirina mafê dengdêran binav kirin.
A+A-
Bi Fermana Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê şaredarên bajarên mezin ên Diyarbekir, Wan û Mêrdîn ji kar hatin dûrxistin û ji bo şaredariyan qeyum hatin danîn. Piştî vê biryarê jî nerazîbûn berdewam dikin.
46 endamên Parlamena Ewropayê Nameyek hevbeş ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re şand û gûmanên xwe yên li hemberî pêşeroja Tirkiyê derbirîn.
46 Parlamenteran di nameya xwe de gotin: Rêbaza Demokrasiyê dengdan e, nabe kesayetên ji aliye gel ve hatibine hilbijartin, ji kar werin dûrxistin.
Parlamenterên Parlamena Ewropa bang li Erdogan dikin, da ku zordariya xwe li ser HDPê û CHPê rawestîne û rêzê li vîna dengdanê ya gel bigire.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin