
43 sendîka û rêxistinên Kurdî ji Kerkûkê tên derxistin
Di berdewamiya hewlên dijatîkirinê û guvaşên li ser kurdan, Parêzgarê Bi Wekalet ê Kerkûkê, Rakan Seîd Cibûrî mehek muhlet daye 43 rêxistin û sendîkayên Kurdî yên Kerkûkê, daku li vî bajarî nemînin.
A+A-
Seroka Liqa Kerkûkê ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, Hesîbe Ebdullah ragihand, “hêzeke serbazî bi şêweyekê nerewa bi ser avahiya rêxistina wan de girtine û daxwaz kirine, ku vê avahiyê vala bikin, daku bidin Yekîtiya Mamostayên Iraqê.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, 14 baregehên ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê û 29 rêxistinên ser bi Herêma Kurdistanê ve yan bo baregehên serbazî hatine veguherandin an jî kirine geraca otomobîlan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin