Peyvoka ”rexne” anjî bi latînî ”krîtîk” ne tenê weke gotinekêye anjî weke hevokekêye; ew mîna metodeke/hûnereke ku di lîteratûrêdeye, di kûltûrêdeye û di politîka û ilm/îlîmdeye.
Bê goman ev fenomen, li gor ferd û grûbên ku ewan wê li kûder û çawan bikartînin; anjî bi gotinekedin bêt ewan ji bo çi hedef û armancan vê hûnerê/vê fenomenê dixine nav nivîs, axaftin û berhemên xwe de, dibe xwedî fonksîyonek.
Nivîsa herî dawî ya rêzdar Çêtîn Çeko/31 oktober di Rûpela Nû de, ji bo min bû înspîrasîyon/îlham bo vê nivîsamin/bo vê xebataminî li vir.
Çiye nîvîsa ku rojnamevan Çetîn anîya ser ziman/ser kaxazê/ser laptops û data?
Bi kûrtayî eve ye naveroka nivîsê: wezareteke ingilîzî li ser mafên merovan û demokrasîya li başûrî Kurdistan; di vê meha êlûna îsal de,
raporek amadekirîye. Rapor bi çavekî rexnegirî li sîstema Kurdistan di meyîzênê û bêyî ku virde-wirde bibê serokatîya kurd û Kurdistanî (hem PDK/Hewlêr û hemjî YNK/Silêmanî) tûj û hişk rexnedike/sûcdardike.Ezê nikaribim hemû noktan li vir bibêjim, lê hûn karin vê nivîsa rojnamevan Çetîn ku min li jor binav kirîye meyzênin/bixwênin û hingî wê baştir hevgirêdanek çêbibêt.
Lê ezê li vir hinekî bi awakî kûr li ser rol û fonksîyona REXNE/KRÎTÎK bisekinim. Li gor normên/krîterên edebîyat anjî disiplîna metodîk/îlîm sê awayên rexneyan/krîtîkan hene:
- Rexnekirina negatîv: kêmasî, xeletî û şaşîtîyan darîçav dike ye.
- Rexnekirina pozitîv: armanc ewe ku bo çêtirî/baştiri û pêşketinê be
- Rexnekirina neûtralî: objektîvî, analîzên/lekolînên bêyî qanaatên xwe/bêterafî di merkezêdeye.
Emê bikarin rapora merkezî ya li London rexneke/krîtîkeke negatîv bo sîstema başûrî welatême qabûlbikin. Ji ber ku hişkere û vekirî îdareya Kurdistan(hem PDK û hemjî YNK) hişk û tûj têt rexnekirin.
Nivîsa rojnemavan Çêtîn, merov karê bibêjê ku hem neûtrala(ji ber ku raporeke ji alîyê destê sêyemîn ve hatîya amadekirin) û hemjî pozitîve(Çetîn vê rexneyê dike, da îdare- û sîstema başûr pêbihisê/ agadarbibe û bizanê ku çavên kesnedin jî li ser wan hene)
Eve rexne û nivîsên bi vî formî giringin, pêwîstin û lazime ku îdarecî vî îşî bi qîmet bibînin û spasbûneke mezin bidne rexnegeran/rapornivîsan.
Ha ez vê jî bibêjim ku helbet rexnên negatîv ne xeletin û nejî şaşin; balam li wir jî hinek norm û krîter hene; divêt hingî rexne ne ferdkûjerbe anjî ne bi armancên ne-merovayîyêbe. Divêt ew kes û kesên ku tên rexnekirin mafên xwe hebin ku xwe bi parêzin; firset û şansên wan ku xwe bikarin îfadebikin hebê.
Ezê bi gotineke pêşîyênme vê xebata xwe bi dawî bênim; ku carek paşayek û wezîrê xwe li oda paşê rûniştibûn û pevre sohbet dikirin. Paşa çi digot, wezîr digot ”erê” wiloye paşayêmin. Dawîya dawî paşa acizbû û bi ser wezîrê xwe ve hilbû û weha gotîyê de: ” hema carek jî bê, bibêje ”NA” da ez bizanim ku em du kesin di vê ode yê de”.
Nuri Aldur

