Xizneke Zargotinê û Bîra Zindî ya Welatê Xaltan Koç Kir!

Gelek xemgînim ku rêzdar Pîr Sebrî bi koça xwe ya dawî re, xizneke zargotinê û bîra zindî ya Welatê Xaltan, ku li ser sîngê wî hatibû ragirtin, bi xwe re…

Kemal Tolan
Kemal Tolan30 Hezîran 2026
Gelek xemgînim ku rêzdar Pîr Sebrî bi koça xwe ya dawî re, xizneke zargotinê û bîra zindî ya Welatê Xaltan, ku li ser sîngê wî hatibû ragirtin, bi xwe re bire binê axa sar. Ew rûbarekî herikî yê bîra me ya civakî bû; bi çûyîna wî re, em rûmet û reseniyeke mezin winda kirin. Min bi dilgiranî bihîst ku ev rûspiyê hêja ji nav me bar kiriye.
Koçkirina vî zanyarê dîroka devkî û xizna nemir a zargotinê, windahiyeke mezin e. Ew ne tenê mezinekî malbatê bû; lê her weha pirtûkxaneyeke zindî ya çanda Êzdiyatî, bêjerê dîroka Mala Zoro Axa, Fermana Wanê ya sala 1620’an, rîtuelên herêmî û kilamên şînê bû. Her herfeke ku ji devê wî derdiket, wekî senedeke parastina çand û nasnameya me ya li ser vê axê bû. Ew bi bîra xwe ya xurt û dilê xwe yê feda, emrê xwe da parastina rûmet û dîroka gelê xwe û mîraseke zêrîn li pey xwe hişt.
Spasiyeke Bêhempa ji bo Keda vî Rûspiyê Êzdîxanê yê Nemir:
Ez wekî lêkolîner û hezkiriyê çand, kevneşop û zargotina Êzdiyatî, ji dil spasiya keda wî ya bêhempa dikim. Mixabin, min nikarî hemû gotin, zanyarî û rênîşandana wî qeyd bikim; lê herwiha gelek serhatî, ferman, dîroka axa, beg, şêx, pîr, mîr û malbatên gundên Êzdiyan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi saya wî ji windabûnê hatin parastin û ketin rûpelên dîrokê. Emeka wî ya ku da zargotina me, tu carî nayê jibîrkirin. Ew stûnekî qewîn ê Êzdîxanê bû; her çend fîzîkî ji nav me bar kiriye jî, rênîşandana wî ya felsefî û çandî dê her dem rêya me ronî bike.
Sersaxî ji bo Malbat û Gelê Me:
Di serî de, ji bo malbata wî ya rûmetdar (ji ocaxa Pîrê Hesin Çinarî), ji bo hemû xizm, heval û ji bo tevaya gelê Êzdî yê ku qedrê çand û dîrokê dizane, sersaxiyê dixwazim. Xwedê sebrê bide malbatê, û cîhê wî di nava nûra heq de be.
Seken û bi dehan kasetên dengê wî yê pîroz, bastonê wî yê rûspîtiyê û rûyê wî yê ken, di dil û bîra me de dê her dem zindî bimînin.