WELATÊ ME

Rojbaş! Salek nû ji bo Kurd û Kurdistan û hemî cihan bila Gelan re aşitî bîne! Bila ev sala ji bo Kurdan jî bibe sala serfiraziyê! Her bextewar bijîn! Ligel…

Abuzer Bali Han
Abuzer Bali Han1 Çile 2026

Rojbaş!

Salek nû ji bo Kurd û Kurdistan û hemî cihan bila
Gelan re aşitî bîne! Bila ev sala ji bo Kurdan jî bibe sala serfiraziyê!
Her bextewar bijîn!
Ligel silav û rêz.
Abuzer Bali Han

WELATÊ ME

Welatê me bax bostan e,
Roniya çavê Kurdan e!
Ew ciyê bav û kalan e,
Hem jiyane, rih û can e!

Kurdistan ciyê Kurdan e,
Ji me re ew niştîman e.
Warê şêr û pilingan e,
Fireh ye, wek cîhan e!

Welatê me gulistan e,
Binyata xwe ser Medan e.
Kurd lê hezaran salan e,
Ji wan re bûye mekan e…

Welatê me tev giyan e,
Navê wê xweş li cîhan e.
Stêra sor e, li asuman e,
Ronya çavê me Kurdan e!..

Dem hatiye, Kurd tev civyan e,
Guhên xwe li serokan e!..
Rabin merdino! Meydan e,
Ew sedsala me Kurdan e…

ABUZER BALÎ HAN/2013