Banga hevgirtina Êzdiyan!

Lavedikim, rêvebîr û oldarên hemû mal û komelên Êzdiyên li Almaniyayê hene, ji bo navbênkariya avakirina hevgirtina Êzdiyatiyê bi hevûdinê re kombibin. Weke xemxwarekî Êzdiyatiyê, yê bi dehên salan ji…

Kemal Tolan
Kemal Tolan12 Kanûn 2024

Lavedikim, rêvebîr û oldarên hemû mal û komelên Êzdiyên li Almaniyayê hene, ji bo navbênkariya avakirina hevgirtina Êzdiyatiyê bi hevûdinê re kombibin.

Weke xemxwarekî Êzdiyatiyê, yê bi dehên salan ji bo berhevkirin û danasîna dîrok, çande û zargotina Êzdiyatiyê xebatdikim, dizanim û dilxweş im ku, me Êzdiyên beriya  50 salî hatine Almaniyayê, bi xêra çanede û Êzdînasîna ji dê û bavan girtibûn xwe parast.

Gava me çend kesan di sala 1976 de li bajarê Celle yê dest bi berxwedana xwenasîn û rêxistbûna civaka Êzdî kir, hingê kêm kesan ji Êzdiyan bingehên dîroka ola Êzdiyatiyê û neteweya xwe nasdikir. Lê gelek şikir ji Xwedê û Tawisî Melek re , îro zêdeyî 100 mal û komelên me ji bo parastin û pêşxistina çande, ziman, nasîna netewe û ola civaka Êzdî kardikin hene.

Lê mixabin, hêjî navbênkariya ku, ev 100 mal û komelên Êzdiyan bi hevûdinê re yekbûna hevgirtina Êzdiyatiyê bigihînine nifşên me yên tûn e!

Ji bo ku ev yekbûna hevgirtina Êzdiyatiyê jî destpêbike, hêvî ji rêvebir û oldarên hemû mal û komelên Êzdiyên li Almaniyayê hene dikim, ew êdî ji bo navbênkariya avakirina hevgirtina Êzdiyatiyê û ne ji bona zêde alîkariyê ji dewleta Almaniyayê bigrin bi hevûdinê re kombibin!

Ez ê gelekî dilxweş bibûma ku, rêvebir û oldarên hemû mal û komelên me Êzdiyên li Almaniyayê , vêga di vî wextê rojî û îdên me yên pîroz de ji bona bikaribin bi hevûdinê re karbikin kombibûna!

Ji Xwedê, Tawisî Melek û ji cenabê we hêvê dikim ku, hûn vê daxwaz û lava min binîne cîh!*

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02BSHDLPDa8iRomL1g9dZmeNGus98vV2ojvEQg9KyKVr9tfc8KHtGAb9pqfPT4c7PCl

Spas ji bo van nesîhet , şîretan û xilmet qebûl be rêzdar şêx Sebhi Nabo *!

*https://www.facebook.com/KemTolan/videos/3982139005398448