Helbestek Zarokan, Heyva Gulanê

Konê Reş
Konê Reş27 Gulan 2023

Konê Reş

 

Gulê Gulê! Hat Gulan

Xak xemilî ji rengan

Çûk difirin li asman

Seyran xweşe li waran

Şanê, Xanê, Zozanê!

Heyva me a Gulanê

Bikin kêf û dîlanê

Salê careke Canê

Xecê, Xecê! Gulan hat

Siyabendo! Roj hilat

Salek çû û yek nû hat

Bihar xweşe li welat.

Huner, Nesrîn û Wanê!

Bîst û Şeşê Gulanê

Ji bo man û nemanê

Hat Şoreşa Gulanê.

 

Qamişlo, 26.05.2023