
Gelî heval û hogirên Ezîz,
Kurdistanîyên qedir bilin û hêja,
Pêşîyên me gotine:
“Dinya weke gulekê, bi hevalên xwe re bîhn bike û bimeşe!”
Em bi hişmendîyek netewî, lehengê Kurd Dr Nureddîn
ZAZA ku 32 sal berê ji nav me koç kir,
bi rêz bi bîrtînin û bejna xwe li ber ked û xebatên wî ynê pîroz ditewinîn.
Nûreddîn Zaza, di heman deman de, pêşkêş û rêberekî
zana, mamoste, rewşenbîr, sîyasetmedar, civaknas, komelvan, rexistinsaz û
kesayetekî xwedî asoyek zelal bû.
Nûreddîn Zaza, serokê PDK Sûrî, têkoşer û pratîsyenê tevgera netewî bû. Mamoste
û damezrênerê komela xwendekarên kurd yên li derva ye. Pêşkêşê, “Civata
şagirdên Kurd li Ewropa”yê bû.
Nureddîn ZAZA, berpirs û dîplomatê hemû beşên
Kurdistanê bû.
Nûreddîn ZAZA kedkar û xebatkarê doza netewî bû. Di
hêmû deman de, hîxmetkarê gelê xwe, têkoşerekî rizgarîxwazê netewa Kurdistanê bû.
Em ji bakûrê Kurdistanê, weke şopger û hevalbendê
Nureddîn ZAZA cardin dibêjin:
“DUNYA WEKE GULEKÊ, Bİ HEVALÊN XWE RE BÎHÎN BİKE Û
BİMEŞE!”
Silav û rêz…
Cano Amedî / AMED

