
Sed
sal berê gelek netew ji bindestîyê rizgar bûn û bûn xwedî dewlet, hin netew jî
li gor berjewendîyên dewletên emperyal bûn gelek dewlet. Lê kesî berjewendîya
xwe di neteweya Kurd de nedît. Kurd ji alî hêzên emperyal wek qerta bazarê û
gefê hat bi karanîn.
Piştî
ku firset ji gelê Kurd hat sitendin, dewletên emperyal li gor berjewendîyên xwe
dewletên herêmê yên dagîrker û mêtinkar ji nû de saz kirin û ji ber gelek
egerên sîyasî û stratejîk, di warê sîyasî, aborî û leşkerî bi hemû hêza xwe
alîkarîya wan kirin.
Piştî
şerê cîhanê yê 1. û 2., gelê Kurd bi hemû hêza xwe di berxwe da, ji bo ku
hevkarî û yekîtîyek wî ya netewî tunebû û ji tu dewletek bi hêz piştgirî
negirt, di her tevgerê de serok, rêber û kadirên xwe wenda kir!
Ji
bo ku gelê Kurd rizgar nebe, dewletên mêtinkar her rê û rêbaza zordarî û tunekirinê
ceribandin: tevlî ziman, çand û dirok hemû mafên netewa Kurd yên sîyasî û
demokratîk qedexe kirin, ew avêtin bin darê îşkence û zîndanan, di tevkujî û
koçber kirinên komel re derbas kirin, rêber û kadirên Kurd bi sûîkast û
dardakirinê qetil kirin. Gund û bajar vala kirin û serjimêra Kurd guhertin. Ji Kurdên
nezan û xizan bêhejmar xayin û sîxur çêkirin!
Gava
nikarîbûn partîyek Kurd ji holê rakin, li hember wê partîyê, partîyek ji Kurdên
xayin sazkirin! Serokên Kurd yên sexte çêkirin. Ji bo ku Kurdan ji doza netewî
dagerînin, bi rêya, eşîret, zarav, îdeolojî, dîn û mezeheban Kurd perçe kirin û
bera hev dan.
Iro
partîya di nav Kurdan de herî bi hêz yek jî PKK ye. PKK li her çar perçeyên
Kurdistanê bi rêxistin bûye. PKK li paytextê Turkîye, wek serokê wê jî dibê, bi
destê îstîxbarata tirk û bi îdeolojîyek çep hat avakirin. Pêşî wek taktîk
serxwebûn û yekîtîya çar peçê Kurdistan wek armanc parast, lê hemû rêxistin û
welatperwerên Kurd jî wek neyar û hedef îlan kir û êrîşî wan kir. Piştî ku heta
mumkun bû, tevgera Kurd bêhêz kir, êdî vekirî li dij netewetî, yekîtî û
serxwebûna netewa û welatê Kurd derket! Tevlî ku rêvebirên wê dibên: “em li
dijî dewletbûna neteweya Kurd in û em dewlet naxwazin” jî hîna zarokên Kurd bi
dewleta tirk didin kuştin! Tevlî ku ji bo rizgarîya gelê Kurd tu armanca wan
nema jî lê qaşo “ji bo demokrasî û yekîtîya gelan, şerê dewleta Tirk dikin”,
dewleta tirk jî bi bahaneya “terorîzma” wan, her roj zarokên Kurd dikuje,
mirovên Kurd îşkence dikin û dixin zîndanan. Wan dike bahane û dihere Başûr û
Rojavayê Kurdistanê bombebaran û dagîr dike, zarokên Kurd bi napalman
dişewitîne. Armanc, bi rêya tevgera PKK, nehêle Kurd li tu perçê Kurdistanê mafekî
demokratîk yê neteweyî bi dest bixe û wek Başûr mafê heyî jî bi sînor bike ya
ji navê bibe.
Ji
bo ku sîstema serwerîya cîhanê, li gor pêşdeçûna zanyarî û teknolojîyê, pêwîstî
bi nûjenkirina bazaran dît û demokrasîya lîberal bû asasê parastin û girêdana vê
aborîyê. Loma Projeya Mezin ya Rojhilata navîn û Sîstema Cîna Nuh anîn rojevê. Dîktatorîyên
olîgarşî, monarşî û teokratîk yên dijî demokrasîya lîberal, ji bo sîstema
serwerîya xwe asteng dîtin. Loma Amerîka pêşî, dawî li hukumeta Baas ya dewleta
Iraq anîn. Li Başûrê Kurdistan bi piştgirîya Amerîka, pêşî fîîlen û piştre bi
hilbijartina Qanûna Esasî resmen herêmek Federal ya Kurdistan avabû.
Avabûna
herêma Federal ya Başûrê Kurdistan, her çiqas li hesabê Tirkî û Îran nehat jî
lê ji bo ku ket bin parastina hêzên hevpeyman û Amerîkî, nikarîbûn tiştekî
bikin. Îran bi rêya YNK û Şîîyên Iraq, dewleta Tirk jî bi rêya PKK û Tukmenan
dest bi sabotaj, çalakî, destdirêjî û desttêwerdanên nava Başûrê Kurdistan
kirin.
Turkîye,
piştî ku Apo birin ba xwe, êdî bi eşkere PKK xistin kontrola xwe, Îran jî ji bo
alîkarîya lojîstîk û hevkarîya li dij Kurdan bi Turkîye re Qendîl xistin bin
kontrola xwe.
Piştî Başûr, îro firseta ku B.Rojava jî rizgar bibe derketîye holê! Lê mixabin li vî perçî jî ji bo ewlekarîya xwe dewletên mêtinkar PKK/PYD serwer kirîye. Loma ev heyşt sal in Serok Mesûd Berzanî, lê dixebite ku yekîtîya hêzên ENKS û PYD çêbike ku karibin xwe rizgar bikin û biparêzin. Piştî cîvîn û lihevkirinên Dihok û Hewlerê jî PKK nehîşt ew peyman pêkwerin. Rêvebirîya Başûr, nerî ku firset ji dest dihere, dostên xwe yên Amerîkî û Fransî xistin dewrê. Wer xwanê ye ENKS û PYD, tevlî her gumanê, di bin çavdêrîya nûnerên Amerîkî, li gor peymana Dihokê ya şeş sal berê ku bi serperiştî û çavdêrîya Serok M. Berzanî hatibû qebûlkirin, ji nuh de qebûl kirin! Hêvîdarim ku her du cîh jî di vê peymanê de biryardar bin!
Di dema van civînan de, dewleta Tirk û ya Îranê bi bahaneya PKK li hemberî Başûr dest bi êrîşan kirin. PYD/PKK li Kobanî û deverên din bi wêneyên Apo û alên PKK dest bi pêşandanan kirin! Ev bi xwe amadekirina zemîna êrîşkirina dewleta Tirk e.
Gelo
her kesê hişê wan li serê wan û bifikirin, pêşandanên li B.Rojava bi wêneyên
Apo û alên PKK, wê çi fêdê bigehîne Qendîlê yan tekoşîn û rizgarîya B.Rojava!?
Ev tenê provokasyonek ku fêdê digehîne mêtinkarîya Tirk!…
Tirkîye
û Îran pirsgirêkên dijwar yên sîyasî û aborî dijîn. Her du dewlet jî ji bo ku
bala gelê xwe dagerîne derek din, êrîşî Kurdan dikin. Li Îranê roj tune ye ku
kolberek neyê kuştin an ciwanekî Kurd neyê dardakirin, rewş li Îran ji çîroka
Dahak xerabtir bûye! Li Turkîye her roj Kurdek çima, bi Kurdî peyivîye, li
muzîka Kurdî gohdar kirîye, yan dikandarekî Kurd e, dibin armanca êrîşên
nîjadperistên serserî ku bi handana û destnîşankirina rêvebirên dewletê kar
dikin! Ev ne bes e, bi leşker, bombebarandinên tank, top û firokan êrîşî gund û
bajarên Kurdistanê dikin.
Divê
tu hêzek destûr nede ku bibe aletê êrîşên mêtinkaran. PKK, li Başûr, B.Rojava û
Rojhilatê Kurdistanê divê li gor berjewendîyê neteweya Kurd tevbigere. Ger PKK,
li gor berjewendîyê van perçeyan tevnegere, divê hêzên van peçeyan êdî destûr
nede PKK ku zerarê bide gelê wan!
Ji sed salî carekê firset dikeve destê neteweyekê ji bo azad û serwer bibe. Îro Kurd xwedîyê firseta ku gelek mafên xwe bi destbixin. Gelek merc di berjewendîya Kurdan de hatine guhertin:
Mêtinkarîya
Iraq hilweşîya û ya Sûrî serwerîya xwe wenda kirîye. Îran, di bin gemaro û zexta
Amerîka de ye, aborîya wê têkçûye û xwe bi zordarî û barbarîyê bi rê ve dibe. Di
warê sîyasî, stratejî û leşkerî de Turkîye û Amerîka xwedîyê nakokîyên mezin
in.
Îro
dewletên bi hêz, piştgirîya mafparêzîya Kurdan dikin. Dewletên mîna Amerîka û
Fransa, heta duhî ji bo xatirê dewletên mêtinkar, navê Kurd bi lêv nedikirin,
îro ji bo yekîtîya Kurdan heyeta dişînin û garantorîya hêzên Kurd dikin!
Tenê
li hêzên Kurd dikeve ku tawîzê bidin hev û yekîtîya xwe pêk bînin!
Kî
li dijî dewletbûna Kurdan derê, dibe hevparê sûcê mêtikaran!
18.06.2020

