Dİ PÊVAJOYA KORONAYÊ DE, ROJEV Û KURDİSTAN!

YNK heta ku di nav lepên îranê û di bin serokatîya îxanetkaran de be, tu car nikare bibe hêzek sîyasî û avakir.

Cano Amedî
Cano Amedî22 Nîsan 2020
Cano AMEDÎ

Dunya di nav lepên varyosa korona de,
şerpeze bûye. Belangazî û nalîna dewletan ya li hemberî korona em hemû dibînin
di çi rewşê de ye. Tirs û xofa mirinê bi mehan e devlet û civatan dîl girtîye.
Ji tirsa qeyranên aborî û civakî jîyan her diçe rastî zehmetî û astengîyên
giran dibe. Bêkarî li seranserê dunyê zêde dibe, ji niha ve tirsa xelayê polîtîkayên
dewletan serûbin kirîye. Belê ji niha pêve 
“tu tiştek weke berê nabe.” Wê dahatû ber bi xirabî û rojên tarî ve here
an bi sîyaset û helwestên erênî, ber bi ronahîyê ve here; ev girêdayî bertekên
mirovahîyê ye. Niha mêzîna başî û xirabîyê di nav lepên vayrosa koronayê de ye.
Ew  êdî bextê xwe!..

Îro li dunyayê rojev, li ser xweparastin
û çareserîya qeyranên şewba korona didome. Lê belê, li  başûrê 
Kurdistaê xuyaye dîsa ewrên reş li hev dicivin. Ji dûrve dengê defên şer
tê.

Di pêvajoya îroyin de, gelo çibû?
Çima îran, Tirkîye û hevalbendên wan yên xêrnexwaz dixwazin rojevê biguherînin.
Gelo Îran çima giranîya êrîşên xwe li ser başûr zêde kir, sedem çine?

Tirkîye li Rojava û başûrê Kurdistanê
bihost bi bihost dagîrkerîya xwe didomîne. Sîyaseta di bin fermandarîya
nijdevan “Tirkmenanbaşî” de, roj bi roj nexşerêyên nû radestî Tirkîyê û Îranê
dike.

Xuyaye yekem armanc binpêkirina
serverîya hukumeta Kurdistanê û tunekirina destkeftîyên gelê Kurdistanê ye.

Dewleta Îranê di warê dîplomasî û
sîyasetê de, xwedî kevneşopîyek dîrokî ye. Ji bêbextîyê bigirin heta hîle û
lîstokên gemarî di her warî de pêşketîye. Di hemû deman de damara îxanetê
desthilatdar e. Weke lîstîka  kişikê, li
gor îhtîmala hemle û êrîşên hemberî xwe,  her tim bi hemleyên cûda dijberê xwe
diheyîrîne!

Bandora ambargoya ku demek dirêje
didome, bi pêvajoya şewba vayrosa koronayê ve her çû zêde bû û girantir bû.
Problemên navxwoyî û yên tenduristî, bandora qeyranan zêde kir. Ji ber van sedeman
Îran weke hemû deman dixwaze rojevê biguherîne û zextên li ser xwe sivik bike.
Qada herî lawaz û hêsan herema Kurdistanê dibîne. Lewra ji 1966 an vir de
hevalbendên wan yê stratejîk, tu carî ew ne weritandine. Îran dixwaze barê xwe
sivik bike û bi hemleyek nû rojevê biguherîne. Armanc û hedefa wê hemlê jî
têkçûn an jî  lawazkirina serverî û
desthilatdarîya hukumeta Kurdistanê ye.

Gelo serverîya Kurdistanê wê li
hemberî van hemleyan çewa tevbigere? Hemû partî, rêxistin, komel, sazî û
dezgehên fermî û yên sivîl wê çi helwestê bigirin? Li hemberî dagirkerî îran û
Tirkîyê çewa tevbigerin cîhê pirsê ye.

  1. Li İraqê (ku weke bajarekî xwe
    dibîne) ev demek dirêje nikare hukumetek li gor xwe bi rêve bibe. Du cara hewl da,
    lê ji ber ku alîyên Kurdî bi yek dengî tevgerîyan û helwest girtin, îran bi ser
    neket. Derket holê ku bê riza gelê Kurd, avakirina hukumeta Baxdayê gelek
    zehmet e! Îran naxwaze îrada gelê Kurd li Baxdayê desthilatdar be.
  2. Dewleta Emerîka hêzên xwe û çekên xwe
    yên giran ji gelek dever û bajarên İraqê vekişand. Emerîka qewetek berbiçav tevî
    çekên giran li herema Kurdistan bi cîh kir û di warê dîplomasîyê de mesajên nû
    da! Rayadarên Emerîkî hukumeta Kurdistanê weke mutefîkê xwe diyar kirin û
    yekser serdanên xwe ji bo Hewlerê kirin. Ev xal jî îran gelek êşand. Îran jî
    Tirkîye jî baş dizane ku xwedîyê setrencê û lîstîkvanê sereke Emerîka ye. Ji bo
    kontrola lîstîkê bigirin destê xwe, dixwazin weke 16 cotmehê bi alîkarîya
    hevalbendên ve avê şolî bikin!…
  3. Di îdare kirina pêvajoya şewba
    koronayê de, hukumeta Kurdistanê azmûnek serkeftî nîşan da. Tevî kêmasî û
    alozîyên aborî hukumeta Kurdistanê gavên erênî avêt û tedbîrên di cîh de girt.
    Ev rewşa hanê bala raya giştî kişand û Rêxistina Tenduristî ya Dunyayê (WHO)
    spasîya xwe pêşkêş kir û tedbîrên hukumeta Kurdistanê ji bo welatên din mînak
    nîşan da. Ev xal û wêneyê derket holê dewletên dagîrker û hevalbêndên wan
    tirsand. Dewletên giregir li hemberî vê qeyranê ketin nav tengasîyan, lê herema
    Kurdistan tevî hemû alozî û tunebûna îmkanan pevajoya qeyranê bi serkeftî da
    meşandin. Ev serkeftin rê li ber daxwazên xişk û bilind vedike.

Ew alîyên heta do digotin  ‘‘Kurd nikarin xwe îdare bikin‘‘(!) dîtinên wan
pûç derket. Derket holê ku gelê Kurd di hemû deman de dikare wêneyên bawerîyê,
wêneyên dewletbûnê, wêneyên rêvebirîyê pêşkêşî raya dunyê bike. Ev wêne dewleta
Îranê û Tirkîyê gelek aciz kir. Ji ber van sedeman weke pêvajoya referandûmê  bi xetimîne, bi şirîkên xwe re dest bi hemleyên
nû kirin.

Dijmînên gelê Kurd êrîş li êrîşan
zêde kirin. Li herema Germîyan çeteyên DAÎŞ cardin êrîşî xelkê sîvîl û
peşmergan kirin. Bi dehan birîndar û şehîd çê bûn.

Piştî ambargoya li ser îranê, bajarê
Silêmanîyê û deverên  nêzîkê sînor ketin
bin bandora Îranê. Ji bo biryarên ambargoyê bi cîh nebe, karê qaçaxî zêde kirin.
Rojane bi sedan kes bê kontrol derbasî nav bajarên îranê dibin û vedigerin
başûrê Kurdistanê. Loma nexweşîya korona li wan hereman zêdetir bûye.

Ji bo tenduristî û beravanîya
hemwelatîyan, hukumeta Kurdistanê cîhên stratejîk dixwaze kontrol bike. Ew
cîhên problem lê zêde ne, yek jê jî deverên Zînê Wertê ye.  Hukumeta Kurdistanê,  ji bo kontrolkirin û ewlekarîya deverê di bin
fermandarîya wezareta pêşmerge de, hêzên ewlehîyê şand wan deveran.

Çûndin û hatina nav bajarên Îranê,
dibû sedemên belavbûna nexweşîya koronayê. Hukumeta Kurdistanê, tedbîr û  çavdêrîyên xwe zêde kir. Ev helwest û
tedbîrên hukumeta Kurdistanê, dewleta îranê gelek aciz kir. 

Hevserokê YNK ê  mesajên îranê girt û zûtirîn bertek nîşanda.

Lê belê Emerîka bi şêweyek lezgîn hişyarîyek
vekirî da wan, YNK hêzên xwe paş ve kişand.

Piştî YNKê,  Duran Kalkanê Tirk derket ser dîkê û daxwaza
şerê Kurdkujîyê kir. Heta niha, di hemû deman de şerên nav partî û rêxistinên
Kurd derketîye, (li bakûr, li başûr, li rojhilat û rojevayê Kurdistanê)
serkêşîya hemû êrîş û starta şer  bi
destê Duran pêk hatîye. Îro dîsa li ser dîkê, li hemberî kamerayan serê xwe di
hêjîne, dest û lingên wî diricifin. Dixwaze destkeftîyên gelê Kurd cardin di
kûraya sîyeta xendekan de bifetisîne.  Nijdevan
Dûran hêrs bûye û ûltîmatomên giran pêşkêşî raya giştî kir.

Li ser tora ragihandînê û di nav
civatên sosyal medyayê de şerê dêrûnî destpê kir. Germayî û pêlên vî şerî dide
xuya kirin ku ji bo dewleta Kurd ava nebe, Kurd li destkeftîyên xwe xwedî
dernekevin girsayek mezin mobîlîze bûye!..

Xeterîya herî mezin  ewe ku, alîyên di nav YNK ê de daxwaza
dewletbûna gelê Kurd dikin, li hemberî klîka îxanetkarên 16 cotmehê bê dengî û
bê helwestbûyîna wan e!

Îxaneta li dijî gelê Kurd û şehîd
Mustafa Selîm hat kirin, cardin nîşanda ku av radizê, lê dijmîn ranazê.

YNK heta ku di nav lepên îranê û di bin
serokatîya îxanetkaran de be, tu car nikare bibe hêzek sîyasî û avakir.

Pêwîst e Kurdistanîyên di nav YNK de  bertekê kurdewarî nîşan bidin û rê nedin
cardin îxanetkar hespên xwe li ber mala wan de bilezînin.

Di vê pêvajoyê de, sekna hemû
Kurdistanîyan, hemû partî û rêxistinan, dîaspora û kesên xwedî ûjdan, li dijî
van lîstokên dagîrkeran helwest bigire û seknek Kurdistanî nîşan bide.

Sekna hukumeta Kurdistanê ku li
Baxdayê di avakirina hukumeta İraqê de, di pêvajoya birêvebirina koronayê de bala
Tirkî û Îranê kişand, bi lez nerazîbûna xwe diyar kirin. Daxwaz ji hêz û
hevalbêndên xwe kirin ku  rê li ber
hukumetê bigirin û di nav alozîyên nû de bifetisînin. Xulam û çahşên 16 cotmehê
cardin derketin ser dîkê û bi hevrêyên xwe yên Kemalîst re dixwazin başûrê
Kurdistanê di navbera îran û Tirkîyê de parve bikin. Xuyaye ji bo
desthilatdarîya gelê Kurd binpê bikin, di bin fermandarîya Tirkmenbaşi nijdevan
Dûran de, biryara hilweşandin û fetih kirina başûr hatiye dayîn!..

Gelê Kurd ji mêj ve, li dijî dagîrkerî  û êrîşên hovane şerê beravanîyê, şerê xwe
parastinê dike. Di heman deman de, dewletên dagîrker li dijî gelê Kurd bihevra tevgerîyane
û ji xwe re sîxûr û hevalbend peyda kirine.

Di destpêka hemû hewldan, berxwedan û
serhildanan de, komikên cahş, xwefiroş û kurmên cûre cûre li ser axa Kurdistanê
cirît lîstine. Hinek jê weke dûpişkan, hinek jê weke maran, lê hinek jê jî weke
keftaran li pêşîya dagîrkeran bûne segên seydê.

Ji bo gelê Kurd bi sernekeve, nebe server
û desthilatdarê axa xwe, dagîrker û bereya îxanetkaran li pey kemîn û êrîşên nû
digerin. Dixwazin cardin tevgera rizgarîxwaz ya netewa Kurdistan, bi xencerên
jahrî rê li ber şikestin û têkçûnên nû vekin. Dixwazin trajedîyên dîrokî dubare
bikin. Em dibînin ku îro jî, nebî û çêlikên wan cahşan, bi jahr û tolhildana
bapîrên xwe li dijî serwerîya gelê Kurdistanê tevdigerin.

Ez bawerim dîyaspora Kurdistanî,
welatparêzên hemû beşên Kurdistanê û bi taybetî jî, gelê Başûrê Kurdistanê  ku di referandûmê de %93 gotibû BELÊ wê rê
nedin paleyên xirabî û hilweşandinê. Ew enerjî û potansîyela welatparêz wê
nehêlin cahş bi ser bikevin!

Tevî hemû rexne, gilî û gazinanên li
hemberî hukumeta Kurdistanê, divê em li destkeftîyên hene xwedî derkevin û
biparêzin. Ev helwestek netewî, erkek welatparêzîyê ye.

Ev helwest û parastin ne ji bo partî
û rêxistinan e! Ev helwest û beravanî, ji bo berjewendîyên netewî û giştî ne!  22.04.2020 Amed – Cano Amedî